Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî Eyn Îsa dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi dijwarî êrişî Eyn Îsayê dikin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî Eyn Îsa dikin
4 kanûn, 2021   09:33
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de gundê Seyda ya rojhilatê Eyn Îsa, kampa Eyn Îsa, bajarokê Eyn Îsa û rêya M4 ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi çekên giran topbaran dike.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran didin.

 (cx)

ANHA