'Berxwedana gerîla armancên dewleta Tirk têk birin'

Hevseroka Meclisa TEV-DEM'ê ya Herêma Firatê diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî lawaziya dewleta Tirk a dagirker nîşan dide û got: ''Berxwedana gerîla armancên dewleta Tirk têk birin.''

'Berxwedana gerîla armancên dewleta Tirk têk birin'
4 kanûn, 2021   09:46
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsana borî ve êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê pê tîne. Di van êrişan bi sedên çaran çekên pêşketî û yên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar anî. Li hemberî van êrişan gerîla berxwedana dîrokî raber dike û derbên giran li dagirkeran dixe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk di 6 mehan de 323 carî çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê bi kar anî.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Herêma Firatê Hedla Hesen destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî di aliyê cîhanî de dexekirî ye û wiha got: "Tevî ku dewleta Tirk endameke NATO`yê ye, lê ew qanûnên cîhanî binpê dike û tenê li xwe guhdar dike. Di şerê xwe yê li dijî gerîla de çekên kîmyewî bikar tîne. Tevî ku van çekan bi kar tîne lê tu pêşketin pêk neaniye. Bikaranîna çekên kîmyewî nîşaneya lawazbûna wê ye."

Hedla Hesen diyar kir ku dema hikumeta Şamê çekên kîmyewî bikar anîn destwerdaneke navneteweyî hate kirin, qanûnên hişk li ser wê pêk anî û tişta pêwîst kirin da ku ev çek neyên bikaranîn. Hedla Hesen wiha pêde çû: "Lê tevî ku dewleta Tirk van çekan li dijî gerîla bikar tîne tu kes dengê xwe nake. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, rêxistina mafên mirovan û dewletên cîhanê tu helwestan diyar nakin. Lê belê hemû bêdeng dimînin."

Hedla Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi êrkirina cîhanî û bi armanca tunekirina hebûna Kurdan çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne û got: "Li Rojava tevî hebûna hêzên dewleta Rûsya û Amerîka lê em dibînin ku komkujî û gefên li dijî gelê Kurd û tevahî herêmê didomin. Ji ber ku ew ne ji bo parastina gelê Kurd, lê ji bo berjewendiyên xwe li vir in."

Hevseroka Meclisa TEV-DEM`ê ya Herêma Firatê Hedla Hesen bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk tevî ku çekên kîmyewî, hemû rê û rêbazên şer, çekên pêşketî bi kar tîne û tevî ku PDK'ê destekê wê dike, ji hin herêmên Başûrê Kurdistanê vekişiye û di pêkanîna armancên xwe de bi bin ket."

(bx)

ANHA