​​​​​​​Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mûbîn de şer rû da

​​​​​​​Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mûbîn de li "Herêma bêçek" şer rû da.

​​​​​​​Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mûbîn de şer rû da
4 kanûn, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Fetih El-Mûbîn baregehên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê li herêma El-Erbîx a li gundewarê rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî herêmên çeteyan li bajarokên çiyayê Zawiyê ya li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

(dx)