Rojnameyên erebî: Amerîkayê serçeteyekî Huras El-Dîn li Idlibê kuşt

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa kuştina serçeteyekî El-Qaîdeyê, îstifaya Qirdahî û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Amerîkayê serçeteyekî Huras El-Dîn li Idlibê kuşt
Rojnameyên erebî: Amerîkayê serçeteyekî Huras El-Dîn li Idlibê kuşt
Rojnameyên erebî: Amerîkayê serçeteyekî Huras El-Dîn li Idlibê kuşt
4 kanûn, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

DI ÊRIŞA AMERÎKAYÊ DE LI BAKUR ROJAVAYÊ SÛRIYÊ SERÇETEYEKÎ “EL-QAÎDE” HAT KUŞTIN

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got:"Hate zanîn ku duh balafirekê fermandarekî leşkerî li ser motorsiklêtekî di navbera bajarên Erîha û Mestûma ya girêdayî Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê de hedef girt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafireke keşfê ya girêdayî Koalîsyona Navneteweyî, kesekî ku nasnameya wî ne diyar li ser rêya Mestûma ya bejahiya Idlibê hedef girt. Di encamê de, ew kesayet hate kuştin û malbateke ku 6 kesan pêk dihat birîndar bûn.

Çavkaniyên din jî anîn ziman ku balafireke ku tê payîn a Koalîsyona Navneteweyî ye, motosiklêtekî rayedarekî leşkerî ya rêxistina Huras  El-Dîn a girêdayî rêxistina El-Qaîde li ser rêya giştî ya Erîha-Mestûma ya bejahiya Idlibê, hedef girt. 

Di dawiya sala 2019`an de, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê rêxistina Huras El-Dîn wekî rêxistineke terorîst a biyanî binav kir.

Her wiha Amerîkayê di sala 2019`an de jî li bejahiya Idlibê, Ebû Bekir El-Bexdadî kuşt.

ISTÎFAKIRINA QIRDAHÎ KENDAVÊ KÊFXWE KIR LÊ HELWESTA EREBISTANA SIÛDÎ NEYÊ GUHERTIN

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê, wiha nivîsî: “Aliyên siyasî yên Lubnanê gotin istîfaya wezîrê ragihandin Corc Qirdahî ji demekê ve bi koordîneya Hizbullahê hatiye amadekirin, da ku hemwextî gera serokê Fransayê Emmanuel Macron a ji Kendavê re be. Macron dê hewl bide Erebistana Siûdî îqna bike ku helwestên xwe yên hişk ên li hemberî Lubnanê nîşan dane û di encamê de hemû cureyên piştgiriyê ji Lubnanê re hatin rawestandin, biguhere.

Aliyên siyasî destnîşan kirin ku Hizbullahê ji vê yekê xwest peyamekê bide Erebistana Siûdî ku ew tawîzan nadin.

Li gorî heman aliyên siyasî istîfaya Qirdahî, Kendav kêfxweş kir, lê helwesta Erebistana Siûdî neguhert.

Serokê Fransayê Emmnauel Macron got ew hêvî dike ku pêşketinek di aloziya Lubnanê de di çend saetên bê de rû bide. Lê çavdêrên karûbarên Kendavê piştrast kirin ku daxuyaniyên Macron, nayê wê wateyê ku dê gera wî ya ji Îmarat, Qeter û Erebistana Siûdî re bi vegerandina têkiliyên Lubnan-Kendav tacîdar be mîna ku tiştek nebûye.”

ASTENGIYÊN MEZIN LI PÊŞIYA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Berî kêmtirî 20 rojan, gelek astengiyên siyasî, rêxistinî û ewlehî li pêşiya lidarxistina hilbijartinên serokatiyê derketine. Hêzên çalak ên civata navneteweyî ji ber bûyerên ku tên payîn di çend rojên bê de pêk werin bi taybet li rojavayê welêt, metirsiyên xwe rave kirin. Li aliyekî din Ixwan û hevalbendên wê li dijî hilbijartinan sor dikin.

Gelek rêveberên islama siyasî gef xwarin ku ew encamên hilbijartinan qebûl nakin û ev yek jî nîşan dide ku planeke ixwanan heye.

Lîbyayî li bendê ne ku roja duşemê, navên dawî yên namzetên serokatiya Lîbyayê werin eşkerekirin.

(şx)