​​​​​​​Mamosteyekî zanîngehê yê filistînî: Hevbendiya bi Kurdan re pêwîstiyeke

Mamosteyê beşa siyasetê li Zanîngeha Qudis Dr. Eymen Reqeb diyar kir ku Kurd beşeke resen li herêmê ye û got li hemberî destwerdnaên derve hevbendiyeke kurdî-erebî pêwîst e.

​​​​​​​Mamosteyekî zanîngehê yê filistînî: Hevbendiya bi Kurdan re pêwîstiyeke
4 kanûn, 2021   05:16
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Mamosteyê beşê siyasetê li Zanîngeha Qudis Dr. Eymen Reqeb ji ajansê re axivî û got: "Mafê kurdan heye çarensûsa xwe bi xwe diyar bikin ku bixwazin xwedî dewleteke serbixwe bin an jî beşek ji dewleteke xwedî gelek netewe be. Ev mafê Kurdan û her etnîneke li herêmê ye."

Eymen Reqeb got: "Em filistînî dixwazin her kes azadiya xwe bi dest bixe, ji ber ku me zor û zehmetiya zilim û dagirkeriyê kişandiye û em naxwazin ev zilim li ser tu gelên din ên herêmê were kirin."

Reqeb destnîşan kir ku Kurd li Îranê hene, her wiha li dewleta Tirk û zêdetirî deverekê ji herêma erebî hene, ji wan Sûriyê û Iraqê. Dr Eymen Reqeb got: "Li kuderê dibe bila bibe em bi kesên ku biryara çarenûsa xwe bidin re ne."

Reqeb da zanîn ku Kurd beşeke resen ji herêma erebî ne û ne biyanî ne,  hevbendiya bi wan re hevbendiyeke erênî ye û wiha dewam kir: "Kurd ne wek dagirkeriya Îsraîlê ne ku mixabin niha bi hin welatên Ereb re hevalbend e."

Di dawiyê de mamosteyê beşa siyasetê yê Zanîngeha Qudis got: "Hevbendiya bi Kurdan re maf û erkeke, ez hêvîdar im ku bo berjewendiyên her kesî peymanek hebe, li heberî gelek rûbirûbûan hewcedarî bi hevbendiya bi Kurdan re heye."

(eh)

ANHA