​​​​​​​Aloziya Sûriyê ber bi ku ve diçe?

Li gel hewldanên Rêveberiya Xweser ên çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî û aştiye û astengiyên ku hikumeta Şamê li hemberî van hewldanan derxîne, çarenûsa gelê Sûriyê ne diyar e. 

​​​​​​​Aloziya Sûriyê ber bi ku ve diçe?
4 kanûn, 2021   04:07
LÎLAV DÊWANÎ – CÛDÎ ÎSMAÎL

Ji beriya çend salan ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê dike ku li ser maseya diyalogê rûnên da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin. Lê hikumeta Şamê tu daxuyanî derbarê qebûlkirina diyalogan de nedaye, berovajî vê yekê bi zihniyeta xwe kevn ve girêdayî ye.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogên rasterast ên bi Şamê re amade ye û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e û ji bo tevahî Sûriyê girîng e.

ÇARESERIYÊN BÊ SÛD LI GORÎ XWESTEKÊN ASTANAYÊ

Di navîna Mijdarê de, hikumeta Şamê bi desteka Rûsya modela "Çareseriyê" ya bêsûd a ku li Derayê pêk tîne veguhest Dêrazorê ya ku rewşa wê ji Derayê cûda ye.

"Çareseriyên" ku hikumeta Şamê bi zexteke rûsî di meha Îlonê de ferz kir,  girêdayî sivîlên ji bo xizmeta leşkertiyê û yedekbûnê, çekdarên herêmî yên li Derayê bû. Ev "çareseriyên" nû projeyeke rûsî ye. Moskova beriya çend salan ev proje dabû destpêkirin, nemaza piştî ku Xûta Rojhilat û gundewarên bajarê Humsê û herî dawî Dera serwer kir û niha jî bajarê Dêrazorê pêk tîne.

/kr/uploads/files/2021/12/03/210529_-.webp

Koordînatorê Kombûna Sûriyên Laîk ên Demokratîk a Siwêdayê Semîr Ezam têkildarî armanca hikumeta Şamê, hevalbenda wê Rûsya û Îran ji van "çareseriyan" ji ANHA`yê re axivî. Semîr Ezam got: "Ev çareserî di bingeha xwe de projeyeke rûsî ye. Rûsya navê navenda lihevanînên Himêmîm li baregeha Himêmîm kir û ev jî bi erêkirina rejîmê bû. Armanca wê ji vê yekê ew e ku daxwazên rewa yên ku mehên destpêkê yên tevgera gel a Sûriyê ya 2011'an hatin berzkirin, tune bikin. Ew daxwaz ji bo guhertin, edalet  û azadiyê bûn, lê komên îslamî ev tevger tune kirin û veguherandin cîhad û terorê, her  wiha tişta ku rejîmê ji destpêka aloziya ve dixwest pêşkêşî wê kir." 

Semîr Ezam operasyonên "çareseriyê" rexne kir û ev tişt anî ziman: "Li şûna ku çareseriyê ji aloziyê Sûriyê re bibînin û daxwazên sûriyan bi cih bînin,  li ser lihevkirin û çareseriyan ji bo çekdar û terorîstan diaxivin  ku wan ji herêmê ber bi herêmeke din ên li hundirê Sûriyê ve dişînin da ku wan li gorî berjewndiyên aliyên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê û Îran) bi kar bînin."

Li gorî Semîr Ezam, çekdarên xwecihî ji bilî hilweşandin û koçberiyê tiştekî din ji herêmên xwe re neanîn, rewşa wan li herêmên wekî li gundewarên Şam û Humsê  çareser bûye . Ezam texmîn dike ku aloziya li Derayê dê vegere çargoşeya yekemîn (Banga pêkanîna guhertin, edalet û azadiyê).

REWŞA DERA Û DÊRAZORÊ CIHÊ FIKARAN E

Bajarê Dêrazorê hê bi bin "çareseriyên" lawaz de ye. Rewşa tevlîhevî û kuştinan zêde bûye. Di demên dawî de di encama du êrişên cûda li bajarê Senemên  de 4 sivîl hatin kuştin. Her wiha topbarana hêzên hikumeta ya li ser bajarê Newayê didome, hin çekdar çareseriyên ku hikumeta Şamê pêşkêş kirine û ragihandin ku di 26`ê Mijdarê de bidawî dibin, qebûl nekirin. Ev hemû didin nîşandan ku "çareserî" tu aramî li Derayê neaniye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka peymana dawî ya li Derayê  ve hejmara kesên bi rêbazên cûda hatine kuştine  gihaştiye 69. Ji wan 36 welatî ne di nav de 2 zarok û 2 jin  hene, hin ji wan jî çekdarên xwecihî ku piştî operasyonên "çareserkirinê" çek danîn, 29 endamên hêzên hikumeta Şamê, Feyleqa 5`an ku destekê ji Rûsyayê digre û 4 çekdarên xwecehî ne yên ku "çareserî " red kirin.

Ev hemû sedem ji sûriyan re bûne cihê fikaran ku hikumeta Şamê "çareseriyên" nû li Dêrazorê pêk bîne û ji ciwanan re xefkeke deyîne mîna ku li gelek herêmên din "çareserî" pêk anî.

Li navenda ku çareserî jê destpê kir (Hola werzîşê), di nîvê meha borî de amadebûneke şermok hebû ku tenê bi dehan kes ji herêmên hebûna Îranê li Dêrazorê amade bûn.

SOHR ragihand "Tê payîn ku çareseriyên ku ji bajarê Dêrazorê dest pê kirin wê veguhere gundewarên rojava, paşê bajarê El-Bû Kemal û Meyadîn û gundewarên wê heta gundewarên bakur."

VEGERA LI DESTHILATDARIYÊ Û DERXISTINA ŞERÊ TAYBET

Li gorî çavdêran,  armanca hikumeta Şamê ji van "çareseriyan" ew e ku gelê Sûriyê bixe bin xwestek û desthilatdariya xwe. Her wiha çavdêran destnîşan kir ku veguhestina van "çareseriyan" ber bi Dêrazorê ve di dema ku dewleta Tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe yek ji rêbazên şerê taybet e ku hikumeta Şamê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne û armanca wê ew e ku gel ji berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê dûr bixe.

/kr/uploads/files/2021/12/03/210513_-.webp

Di vê çarçoveyê de Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hisên El-Ezam ev tişt anî ziman: "Hikumeta Şamê dixwaze sûdê ji gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire da ku xwe weke hêzeke çalak li qadê nîşan bide û kesên lawaz keysbaz dike da ku wan ber bi xwe ve bikşîne."

Hisên El-Ezam diyar kir ku bi saya hevgirtina gelê herêmê û girêdanên wê bi Rêveberiya Xweser ve, wê siyasetên hikumeta Şamê  li Dêrazorê bi ser nekeve.

Ji aliyê xwe ve, Semîr Ezam got: "Hikumeta Şamê ji vê siyasetê armanc dike ku sûriyan careke din vegerîne bin zordestiya xwe. Ji bo vê yekê pêk bîne, Rûsya û Îranê bi erêkirin û koordîneya Tirkiyê destekê didinê. Ji ber ku berjewendiyên van her sê aliyan bi rejîmeke lawaz pêk tê ku serdestiya nîştimanî ji dest da û li beramberî mayîna wê li ser desthilatê amade ye daxwaz û berjewendiyên wan ên nerewa li Sûriyê pêk bîne."

Ezam Semîr balkişand ser siyasetên aliyên Astanayê û got: “Êdî ji kesekî nayê veşartin ku aliyên Astanayê li hev kirine û piştgiriya hev du dikin. Li herêmên di bin kontrola komên îslamî de, siyaseta Îran û Rûsyayê meşandin da ku wan herêman radestî hikumeta Şamê were kirin. Bi rastî jî terorîst ji herêman derxistin û şandin herêmên din. Çekdarên ku xwestin bi hikumeta Şamê re li hev werin, rewşa xwe çareser kir.”

Semîr Ezam wiha domand: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî siyaseta Tirkiyê û Rûsyayê meşandin, ji bo herêm radestî hikumeta Şamê were kirin an jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê ve werin dagirkirin.”

Semîr Ezam daxuyand ku plana aliyên Astanayê li herêmên Rêveberiya Xweser bi ser nakeve, ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hene ku bi desteka Koalîsyona Navneteweyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê xilas kir. Ya din jî ji ber ku hêzeke rewa ya xwedî projeyeke siyasî heye ku daxwazên pêkhateyên herêmê di guhertin, edalet û azadiyê de bi cih tîne.

ALIYÊ JI ÇARSERIYÊ RE VEKIRÎ Û YÊN GIRTÎ

Li gel ku Rêveberiya Xweser hewl dide aloziya Sûriyê bi temamî çareser bibe û ji bona wê bang li hikumeta Şamê dike da ku dest bi diyalogê bikin, xebatên "çareseriyê" li dar dikevin.

Di 23`yê Mijdarê de bi vexwendnameyeke fermî ji Rûsyayê şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û cîgirê wî yê kar û barên Rojhilata Navîn re civiyan. Civîn bi armanca nîqaşkirina rêbazên çareseriyê û aktîfkirina diyalogan li dar ket.

Her du aliyan di civînê de mijdarên wekî diyaloga sûrî-sûrî, piştgiriya Moskova ya ji bo diyaloga di navbera MSD û hikumeta Şamê de, pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 2254, tevlêkirina MSD`ê di xebatên siyasî de û gerên navneteweyî wek aliyekî sereke û çalak hatin gotûbêjkirin.

Hisên El-Ezam piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji diyaloga bi hikumeta Şamê re vekirî ye û got: "Kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê û bidawîkirina şer ji diyaloga sûrî-sûrî dest pê kir. Divê diyalog bê şert, li ser bingeha baweriyê û niyeta baş pêk werin, her wiha divê diyalog li Şamê ne li Cinêvê bin. Lê hikumeta Şamê heta niha ji vê diyalogê re ne hazir e.”

El-Ezam wiha pê de çû: “Hikumeta Şamê li gel van şertûmercan nikare bi tena serê xwe vê aloziyê çareser bike, divê diyalogan bi hemû aliyên Sûriyê re qebûl bike û divê çareseriya aştiyane û ya demokratîk a ku MSD`ê pêşkêş dike esas bê girtin.”

Di vî warî de Semîr Ezam got: “Hikumeta Şamê diyalgo û guhertinê qebûl nake. Ji ber ku zordest e û ne amade ye çareseriyê bi sûriyan re parve bike. Ji ber ku heke wisa bike, dê desthilata û kontrolkirina biryara siyasî û çarenûsa Sûriyê ji dest bide.”

Semîr Ezam hişyarî da ku heke di zûtirîn dem de alozî çareser nebe, wê Sûriyê ber bi parçekirinê ve biçe.

'RÛSYA DERENG DIXE DA KU HEBÛNA XWE BIPARÊZE'

''Çareseriyên" nû yên li Dêrazorê di çarçoveya pêşketinên meydanî ve pêk tên, anku piştî hewldanên dûbare yên Rûsya da ku derbasî herêmên gundewarê rojavayê bajar bibin, tê kirin.

Têkildarî vê yekê Semîr Ezam got: “Rûsya ji bo ku hikumeta Şamê li ser desthilatê be, hêzeke garantor e û bê westan hewl dide tevahiya erdnîgariya Sûriyê vegerîne bin serweriya hikumeta Şamê. Ji ber ku tenê serokê hikumeta Şamê dikare berhemên Sûriyê bixe bin zixmeta Rûsyayê."

Semîr Ezam sedemên ku hikumeta Şamê dê ji ber wê, wisa bike wiha şîrove kirin: “Ya yekemîn ew e ku NY`yê hikumeta Şamê nas kiriye, ya duyemîn ew e ku hikumeta Şamê ji bo ku di desthilatê de bimîne, amade ye her tiştî bike. Rûsya daxwaza pêkanîna hinek guhertinan dike û dest bi serokê desthilatê nade. Rûsya bi sozên  ku dide aliyên aloziyê yên xwecihî û dewletên herêmî û navneteweyî tenê dixwaze dem qezenc bike.”

Hisên El-Ezam got, pêwîst e Rûsya dest ji helwesta xwe ya teorîk û destwerdana li geşedanên siyasî yên li Sûriyê berde, da ku nêzîkbûneke nû li Sûriyê pêk were û got: “Pêwîst e Rûsya bi hemû aliyên li herêmê re bixebite da ku piştgiriya xwe ji pêvajoya aştiyê li Sûriyê misoger bike, divê ev pêvajo ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were birêvebirin da ku pêbaweriya xwe baştir bike.”

Hisên El-Ezam diyar kir ku gelek mijar hene ku girêdayî helwest û siyasetên hikumeta Rûsyayê yên ji pêşketinên dawîn ên li Sûriyê ne û wiha pê de çû:  "Moskova û hikumeta Şamê li ser gelek mijaran li hev kiriye ku li gorî berjewenidya hikuemta Şamê ne. Êdî Rûsyayê cihê xwe li Sûriyê girtiye û naxwaze aliyekî din li ser hesabê berjewendiyên xwe razî bike yanî nêzîkatiya xwe bi Şamê re xerab bike ji ber ku heta demeke dirêj dê sûd ji vê rewşê bigire. Lê ji hemûyan re nîşan dide ku ew di çareserî û pêkanîna diyalogê di navbera hikumeta Şamê û aliyên din de ku em di nav de ne hêzeke garantor û navbeynkareke adil e.”

ÇARESERÎ DI DIYALOGÛ BIRYARA 2254 DE YE

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hisên El-Ezam daxuyand ku li gorî nêrîna wî çareseriya herî guncew, diyaloga sûrî-sûrî bi Şamê re ye ku mafên rewa yên hemû êkhateyan misoger dike û nêrînên cuda qebûl dike. Her wiha piştrast kir ku divê diyalogê bê şert be ta ku Sûriyekeke pirrengî ya demokratîk a bê terorê ava bibe.

Koordînasyonê Kombûna Sûriyên Laîk yên Demokratîk a Siweydayê Semîr Ezam diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di pêkanîna biyarayên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bi taybet biryar 2254 de nixumandî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî biryara 2254 ,divê desteyeke demkî were avakirin, destûreke nû ji bo Sûriyê were nivîsandin, lê Rûsya û Îranê ev biryarên rewa paşguh kirin û wek alternetîvê wê, gerên Astanayê yên bê encam, kirin esas."

(bx-şx)

ANHA