​​​​​​​Malbatên şehîdan ên Helebê piştgirî dan çalakiya li deriyê Sêmalkayê

Malbatên şehîdan diyar kir ku kirinên PDK`ê yên li dijî cenazeyên şehîdan karekî derexlaqî ye û xizmeta dewleta Tirk dikin. Her wiha gotin ew têkoşînê xurt bikin heta ku cenazeyên şehîd Serdem û Tohildan radestî malbatên wan werin kirin.

​​​​​​​Malbatên şehîdan ên Helebê piştgirî dan çalakiya li deriyê Sêmalkayê
4 kanûn, 2021   02:55
HELEB – ARIF SILÊMAN

Têkildarî çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya li deriyê Sêmalka ya bi banga wergirtina cenazeyên gerîla Tohildan Raman û Serdem cûdî yên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne û helwesta PDK'ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdan, malbatên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ANHA'yê re axivîn. Malbatan piştgiriya xwe ji çalakiya li Sêmalkayê re anîn ziman û gotin, PDK`ê sîxurê dewleta Tirk a dagirker e û projeyên wê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê, çekdarên PDK`ê di 28 – 29`ê Tebaxa borî de li navçeya Xelîfanê kemînek ji 7 gerîlayan re danîn û di encama wê de 5 gerîla şehîd bûn, yek birîndar bû dil hate girtin û yek ji vegeriya nuqteya xwe.

/kr/uploads/files/2021/12/03/210037_-.webp

Bavê şehîd Hewlêr Bahoz, Fewzî Mistefa got, şehîdxistina gerîlayan ji aliyê hêzên PKD`ê ve xiyanetek li dijî gelê Kurd e û wiha domand: "Em sîxurtiya PDK`ê ya ji dewleta Tirk re ku êrişî nuqteyên HPG`ê yên li Başûr bike, qebûl nakin."

Fewzî Mistefa diyar kir ku ev du meh in Meclisa Malbatên Şehîdan konê çalakiyê li deriyê Sêmalkayê vedaye û bang li PDK`ê dike da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike, lê PDK`ê bersiva van bangan nade.

Mistefa kirinên PDK`ê yên li dijî cenazeyên şehîdan şermezar kir  û derexalqî bi nav kir, her wiha got, xiyaneta PDK'ê xizmeta doza kurdî nake.

Fewzî Mistefa bang li PDK`ê kir ku bi derewên dewleta Tirk neyê xapandin ku dixweze tevlîheviyê di navbera kurdan de çêke û projeya yekitiya kurdan bi bin bixe, her wiha bang li hêzên Kurd  kir ku ji bo derxistina dagirkeriyê ji Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin.

/kr/uploads/files/2021/12/03/210105_-_1.webp

Bavê şehîd Rêzan, Mihemed Mistefa sedema hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re pirsî û wiha axivî: "Gerîla ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê û bidawîkirina hebûna dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê tê dikoşin, lê ji aliyê PDK`ê ve rastî astengiyan tên. Herî dawî jî PDK`ê red dike cenazeyên gerîlayên şehîdan radestî malbatên wan bike."

Mihemed Mistefa destnîşan kir ku berjewendiyên hevbeş ên di navbera PDK`ê û dewleta Tirk de dibin sedem ku PDK'ê cenazeyên şehîdan radest neke, her wiha ditirse ku tawana xiyaneta li dijî wê, were îsbatkirin.

/kr/uploads/files/2021/12/03/210013_-.webp

Dayika şehîd Serbilind, Zerîfe Îsa jî siyaseta PDK`ê ya li dijî gelê Kurd şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike. Zerîfa ev tişt anî ziman: "Bese ji xiyanet û dijminatiya li biyarên we yên Kurd re."

Zerîfa diyar kir ku ew ê asta têkoşînê xurt bikin heta ku cenazeyên şehîd Serdem û Tolhildan radestî malbatên wan werin kirin.

(bx)

ANHA