Kovara wêje û zaravayên kurdî; Destar

Enstîtuya Kurdî ya Amedê bi projeya xwe ya kovara Destar, hewl dide hemû zaravayên kurdî bigihîne hev û xwe bigihîne tevahiya Kurdistanê.

Kovara wêje û zaravayên kurdî; Destar
4 kanûn, 2021   00:38
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di dîroka Kurdistanê de ji aliyê derxistina kovaran de gelek kar û xebat hatin kirin lê ji ber zexta dewletên desthildar û kêmbûna derfetan hin kovaran weşana xwe bi dawî kir.

Enstîtuya Kurdî ya Amedê dest bi derxistina kovara Destar kir û hejmara yekemîn bi dirûşma “Destarê kurdî bi hezaran sal e digere û dihêre û dê her û her bigere û bihêre” û hejmara duyemîn bi dirûşma “Wêje ronahî ye” derket.

Mijarên gotarên kovarê bi giştî ev in; lêkolînên wêjeyî, dîroka wêjeyê bi giştî, dîroka wêjeya kurdî, lêkolînên cuda li ser cih û deverên dîrokî yan jî destanan, çîrok, kurteçîrok û helbest.

/kr/uploads/files/2021/12/03/205618_img_7590.webp

Endama koma şêwirmendiyê ya beşa Rojava û endama dîwana wêjeyê Lema Elî der barê hurgiliyên kovara Destar de diyar kir ku di dawiya sala 2021`an de bi armanca xurtkirina têkiliyên wêjeyî di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de şêwira destpêkirina weşana kovarê li Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Kovara Destar 3 mehan carekê tê weşandin, weşana wê jî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat e. Kovara Destar bi zaravayên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî ye û dibe ku di demên pêş de zaravayê Hewramî jî lê bê zêdekirin.

Lema Elî da zanîn ku li ser asta Kurdistanê bi giştî têkiliyên wan bi nivîskaran re çêdibin û got: “Hemû nivîskarên ku nivîsên xwe di kovarê de bi cih dikin, Kurd in. Ev nivîskar nivîsên xwe ji me re dişînin. Em di desteya weşanê de wan nivîsan hazir dikin. Nivîsên ku ji me re bên şandin, divê li tu deran nehatibin belavkirin.”

Hejmarek ji nivîskarên Rojava û endamên Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî cihê xwe di nava deste û komîteyên kovara Destarê de digirin. Ji hevgerînendeyên giştî Narîman Evdikê, di desteya weşanê û desteya edîtoriya Kurmancî de Lema Elî, di desteya edîtoriya kurmancî de Botan Hoşê, di desteya sererastkirina Kurmancî de Şahîn Oso, di desteya şêwirê de Ehmed Huseynî û Melevan Resûl cih digirin.

Lema Elî wiha lê zêde kir: “Ji ber ku di van çend salên dawîn de çûn û hatina di navbera parçeyên Kurdistanê de gelekî çêbûye, êdî em her tiştî li ser hev nas dikin û ji xwe pirrengiya di navebera çandan de xweşiyê dixe nava wêjeyê.”

ANHA