Çalakvanên li deriyê Sêmalka bi şev û roj li ser piyan in

Ciwanên Tirbespiyê ku piraniya wan ji pêkhateya Ereb bûn û îro nobeda çalakiya kon a li ber deriye Sêmalka dewrgirtin heyanî derengiya şevê bi dirûşmeyan daxwazên xwe anî anîn ziman.

Çalakvanên li deriyê Sêmalka bi şev û roj li ser piyan in
3 kanûn, 2021   19:19
QAMIŞLO

Çalakiya kon a li ber deriyê Sêmalka ku bi armanca cenazeyên gerilla ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn şehîdkirin bigirin 60 roj li du xwe hişt.

Çalakî îro ji aliyê Meclisa Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ve hate dewrgirtin. Ciwanên ku di nava grupa nobetê ya îro de cih digirin heya derengiya şevê, rexmî sermayê bi dirûşmeyan daxwazên xwe qêriyan.

/tr/uploads/files/2021/12/03/181145_img_5020.webp

Ciwanên ku li ber deriyê Sêmalka bi al û pankartan meşek li darxistin, berê xwe dan herêma Başûrê Kurdistanê û dirûşmeyên "Şehîd Namirin ", "Bimre Xiyanet" û B"ijî Serok Apo" avêtin.

Rexmî derengiya şevê û hewa sar çalakvanan li ber strana “Ha Gerîla” demek dirêj govend gerandin.

ANHA