Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin

Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê bi dirûşmeya "Bi hev re em jiyanê çêkin û civakê ava bikin" şahiyek li dar xist.

Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
Li Şehbayê şahiyeke ji astengdaran re hate lidarxistin
3 kanûn, 2021   14:42
ŞEHBA

Bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê, Komîteya Piştgiriya Civakî ya girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê şahiyek bi tevlêbûna 120 astengdarên li kampên Şehbayê li dar xist.

Şahî li hola Mîtan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Wefa Hisên axivî û got: "Neteweyên Yekbûyî 3`yê Kanûna 1992`an wekî Roja Astengdaran a Cîhanê ragihand. Armanc ji vê yekê jî ew e ku karînên kesên astengdar xurt bikin, wan tev li civakê bikin û bi vî awayî bibin endamekî aktîf ku xizmeta civakê dike û bingehîn jiyanê ava dike."

Wefa Hisên ev li gotina xwe zêde kir: "Astengdariya bedenî li pêşberî avakirina civakê û pêşketina wê nabe kelem, lê astengdariya herî mezin hişmendiya terora çeteyan e ku bi armanca qezenckirina pereyan kesên bêguneh qetil dikin."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Kantona Efrînê Îdrîs Weqas jî ev roj li tevahiya beşdaran pîroz kir û piştgiriya xwe bi kesên astengdar re anî ziman.

Dûvre Koma "Dara Zeytûna ya Zarokan" a Desteya Çand û Hunerê çend govendên folkloarî yên kurdî û piştre jî Koma Şehîd Dilşêr Kefer Naya çend dîlanên erebî pêşkêş kirin.

Dûvre Komîteya Çand û Hunerê ya Kantoan Şehbayê li ser zirara ku ji aliyê kesên îdiaya parastina astengdaran dikin, digihêje wan şanoyek pêşkêş kir.

Çend astengdaran û Koma "Awazên Birîndaran" çend stranên şoreşgerî û folkloarî yên hunermend Ednan Dilbirîn û Cemîl Horo pêşkêş kirin, her wiha Koma "Awazên Şehbayê" jî çend stranên erebî gotin.

Di dawiyê de komîteya amadekar diyarî li tevahiya beşdaran belav kir. Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(eh)

ANHA