Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê civîna xwe ya salane ya 2020-2021'an li dar xist.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
2 kanûn, 2021   17:41
MINBIC

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gudewarê wê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên komîteyên perwerde û fêrkirinê yên Minbic, Teqa û Reqa beşdarî civînê bûn. Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbicê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/12/02/164055_nzyfh-khlw.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo rewşa perwerdeyê li bajarê Minbicê nirxand û erka dikeve ser mile kadroyên perwerdeyê destnîşan kir û got: "Heger rêveçûna xebeta perwerde û fêrkirinê durust be bi teqez wê civakeke were avakirin ku xwedî biryar û vîn be û karibe rola xwe di hemû qadan de bilîze. Ev rol ji perwerde û fêrkirinê dest pê dike."

/ar/uploads/files/2021/12/02/164013_hsn-alabdallh.webp

Paşê cîgira Hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Bîrkîn Mihemed rêziknameya perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendin.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Minbicê Hesen El-Ebdullah rapora salane ya komîteyê xwendin û sinevîzyoneke li ser xebatên komîteyê hate pêşandin.

Ji bo pêşxistina qada perwerdeyê beşdaran pêşniyarên xwe anîn ziman, hate gotin ku divê giraniyeke mezin ji bo qonaxa seretayî were dayîn da ku nifşekî were avakirin.

ANHA