Şandeya Jinan a li Baskê serdana Enstîtuya Emakunde kir

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li herêma Baskê serdana Enstîtuya Jinan a Baskê ya Emakunde kir.

Şandeya Jinan a li Baskê serdana Enstîtuya Emakunde kir
2 kanûn, 2021   19:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku li herêma Baskê hevdîtinan pêk tîne, serdana Enstîtuya Jinan Baskê ya Emakunde kir.

Rêvebera Enstîtuya Emakunde Izaskun Landaida pêşwaziya şandeyê kir. Di civînê de rewşa rêxistin û xebatê ya rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi berfirehî nasandin, her wiha rola jinan di Rêveberiya Xweser de hate vegotin. Her du aliyan eşkere kirin ku ew dixwazin di pêşerojê de xebatên hevbeş pêş bixin û têkiliyên xurt ava bikin. Di civînê de binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk ên li herêmê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û naskirin û piştgiriya Parlamentoya Baskê ji bo Rêveberiya Xweser hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Enstîtuya Jinê ya Baskê ya Emakunde vexwend Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

/kr/uploads/files/2021/12/02/191827_img-20211202-wa0146.webp

Li ser vexwendina fermî, şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera her du gelan de, serdana herêma Baskê kir. Şandeyê duh bi endamên parlamentoya Baskê re civiya.

Şandeya jinan ji hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen, endama Komîteya Dîplomasiyê ya Kongreya Star Menal Mihemed û endama Komîteya Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê pêk tê.

ANHA