Kongreya Star tecrîda li dijî rêber Ocalan û cezayê li Leyla Guven şermezar kirin

Kongreya Star tecrîda li dijî rêber Ocalan û cezayê li Leyla Guven şermezar kirin
2 kanûn, 2021   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û cezayê li dijî siyasetmedar û têkoşer Leyla Guven hatiye birîn daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Koordînasyona Kongreya Star em tecrîda girankirî ya  ku 22 sal in li dijî ronakbîr û fîlozofê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, bi tundî şermezar kirin. Tevahî cîhanî li hemberî vê bûyerê bêdeng e. Armanc ji vê tecrîdê têkbirina projeyên aştî û demokrasiyê li herêmên Rojhilata Navîn e, da ku çareseriyên cewherî ji êş û azarên herêmê re neyên dîtin. Bi vê yekê ji cîhanê re radighînin ku rêgezên mirovî û exlaqê winda bûne. Dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya AKP'ê her tim hewl dide serkeftinên pîşeyên xwe yên osmanî, binpêkirnên mafên mirovan, qirkirinên komî, wekî din rêbazên çewisandina gel û kêmnetweyan ku di dema wan de hatine kirin, vegerîne û binpêkirnên mafên mirov û derbaskirina rêgezên demokrasî û mafên azadiyan berdewam bike.  Dewleta Tirk tecrîdeke plankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin, rê nade parêzer û malbata wî ku serdana wî bikin û rewşa tenduristiya wî nas bikin. Qutbûna peywendiyan bi girtiyên siyasî yên li Îmraliyê re, fikarên me yên li ser jiyana wan zêde dike. Rêber Ocalan ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk kedeke mezin daye, ji ber vê yekê em tecrîda dijî wî tecrîda li dijî ferzenda aştî û demokrasiyê dibînin. Aloz û tundiya li dijî wî li Îmraliyê tê meşandin li tevahî welat belav dibe, ji ber vê yekê em dixwazin aloziya li girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe û mafên qanûnî yên girtiyan vegerin. Em Koordînasyona Kongreya Star dibînin ku civata navneteweyî û Rêxistina Mafên Mirovan û Desteya Neteweyên Yekbûyî ji encamên girankirina vê tecrîdê berpirsyar in.

Em bang li saziyên têkildar dikin ku tevilê berpirsyartî û erkên xwe bi cih bînin, rola xwe ya dîrokî di pêkanîna edalet û demokrasiyê de pêk bînin da ku ji cîhan ji karesatan were dûrxistin. Her wiha em bang li raya giştî dikin ku balê bikişînin ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li hember nix û rêgezên mafên mirovan. Dewleta Tirk ji her dewletên din bêtir biryarên Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan bin pê dike.

Dadgeha Tirkiyê bi hinceta propagendaya rêxistinê dike cezayê 5 sal girtîgeh li heval Leyala Guven birî. Tawanên li dijî Leyla Guven ji ber axaftinên wê: Banga rêber Ocalan pir girîng e, divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin, divê tenduristî û silametiya rêbertî were parastin ku dê aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne. Dewleta Tirk xîtaba Leyla Guven bi heqaretê li dewletê, sorkirina xelkê li nefretê û pesinkirina sûc û sûcdaran dibîne. Ji ber vê yekê ev ceza lê birî. Em van binpêkirinên derexalqî û siyasetên şofonîst şeremzar dikin. Em bang li saziyên Yekitiya Ewropa dikin biryarekî bidin da ku dewleta Tirk neçar bike ku li gorî peymanên mafên mirovan ên Ewropayê tevbigere û wê neçar bike ku darizandineke adilane ji bo birêz Ocalan û hevalên wî pêk bîne.

Rêber Ocala ji bo pirsgirêka kurdî bi awayek siyasî û aştiyane çareserî pêşkêş kir û insiyatîfên aştiyê pêşkêş kir, lê hikumeta Tirk a heyî van insiyatîfan red dike û faşîzm û dîktatoriya xwe berdewam dike."

ANHA