Li dijî peymana El-Burhan û Hemdok xwepêşandanên nû li Sûdanê

Li dijî peymana siyasî ya di navbera fermandarê artêşê Ebdulfetah El-Burhan û serokwezîr Ebdullah Hemdok de, li paytexta Sûdanê xwepêşandandên nû pêk hatin.

Li dijî peymana El-Burhan û Hemdok xwepêşandanên nû li Sûdanê
30 mijdar, 2021   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Sûdanê Xertûmê, gel li dijî peymana siyasî ya di navbera El-Burhan û Hemdok de û hevkariya leşkerî û sivîl di rêvberiya welêt de ku hefteya borî hatibû erêkirin, derketin xwepêşandanê.

Duh Kombûna Pîşesazên Sûdanê li dijî hevbendiya Meclisa Serweriyê ya Demkî û serokwezîrê Sûdanê, banga xwepêşandanan kiribû.

Li gorî malpera El-Arabiya El Hedath, partiyên Kongreya Sûdanê, Kombûna Yekgirtî û Umê Netewiyê û Partiya Komunîst ragihand ku ew piştgiriya xwepêşandanan dikin.

Di hefteya borî de jî li Xertûmê li dijî vê peymanê xwepêşandan pêk hatibûn. Hemdok jî gotibû ku divê azadiya nêrînê û ewlehiya xwepêşandêran were parastin.

(dm)