Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 56’an de ye

Şêniyên bajarê Hesekê û dayikên şehîdan ên Dêrikê çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê dewr girtin.

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 56’an de ye
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 56’an de ye
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 56’an de ye
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 56’an de ye
29 mijdar, 2021   16:06
QAMIŞLO

Li deriyê Sêmalkayê çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizirê ya bi daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne 56 roj li ber xwe hişt.

Rojane şande ji saziyên civaka sivîl, dayikên aştiyê, rewşenbîr, partiyên siyasî, rûspî, şêxên eşîran, rêxistinên mirovî, olî, hiqûqî û tevgerên jinan û ciwanan çalakiyê dewr digirin û daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan ji hêzên PDK'ê de dikin. Tevî van bangan lê heya niha PDK'ê bersiv nedaye.

Şêniyên Hesekê û dayikên şehîdan ên Dêrikê çalakiya îro dewr girtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di 28-29’ê Tebaxa borî de hêzên PDK’ê li navçeya Xelîfanê kemînek ji 7 gerîlayan re danî, di encamê 5 gerîla şehîd bûn, gerîlayekî birîndar hat dîlgirtin û gerîlayekî vegerî nuqteya xwe.

(fr)

ANHA