Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir

Kurdistaniyên li Lubnanê bi şahiyekê salvegera 43’yemin a damezrandina PKK’ê pîroz kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 27'ê Mijdarê pîroz kir
29 mijdar, 2021   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan kurdistaniyên li Lubnan, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star li naverasta paytexta Lubnan, Beyrûtê salvegera demezirandina PKK’ê pîroz kir.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê PYD’ê Serhad Çawlî axivî, salvegera demezrandina PKK’ê li malbatên şehîdan, gelê Kurd û girtiyên azadiyê pîroz kir û soz şopandina xeta şehîdan da.

Li aliyekî din jî nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Lubnanê Ebduselam Ehmed got, ne ji PKK’ê bûya ne navê me ne jî navê Rojavayê Kurdistanê tune bû.

Li ser navê Kongreya Star a Lubnanê endama kongreyê Sîlva Ebdo, salvegera damezirandina PKK’ê li gelê welatparêz û berxwedêr, malbatên şehîdan û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê pîroz kir. Sîlva Ebdo da zanîn ku têkoşîn û berxwedana PKK’ê ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û jiyana birûmet li parçeyên Kurdistanê û tevahî gelên herêmê ye.

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Lubnanê Kurdo Bekir bi daxuyaniyekê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê li şûna cîhanê şerê terorê ya bi nûnertiya DAIŞ’ê kir.

Di pîrozbahiyê de koma Welatê Rojê, koma Şehîd Avesta yên stranan gelek stranên folklorî û şoreşgerî gotin û diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan berz dan.

(fr)

ANHA