Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn

Şîlan Kobanê û rêhevalên wê yên ku di sala 2004’an di encama komployekê de hatibûn şehîdxistin li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê hatin bibîranîn.

Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
Li gelek bajaran şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
29 mijdar, 2021   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fûad), Nebo Alî (Cemîl û Haci Cûma Elî (Ciwan) 29'ê Mijdara 2004'an li Mûsilê bi kemînekê hatin şehîdxistin. Bi boneya salvegera 17'a şehadeta wan li gelek bajarên Cizîr û Firatê merasîm hatin lidarxistin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê civînek li bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, di nav de nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û kesayetên siyasî beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Desteya Rêveber a PYD`ê şaxê herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl axivî û got : “Şehîd Şîlan û hevalên wê damezrînerên PYD`ê ne û bi rêya partiyê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a biratiya gelan û pergala hevserokatiyê di pratîkê de pêk anîn. Ji bo parastina van destkeftiyan divê em tê bikoşin. ”

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Siyasî û Dîplomatîk a PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa diyar kir ku dema gel bi rêxistinkirî be, hertim dibe hedefa dijminan.

Bekir Hec Îsa diyar kir ku şehîd Şîlan û malbata wê di şert û mercên herî zehmet de xwedî li tevgerê derketin û Şîlan li ku derê ba, li wê derê birêxistinbûyîn hebû.

Bekir Hec Îsa bang li gelê Kurd kir ku xwedî li zarokên xwe û yên di girtîgehan û rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Endamê Desteya Rêveber a PYD`yê şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo di civînê de axivî û got : “Di dîroka Kurdistanê de me her roj şehîd da û em didin. Em şehîdên komkujiya bi destê xiyanetê û bi destê derve pêk hatî bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê em careke din soza şopandina rêya şehîdan didin. ”

Ehmed Şêxo wiha domand: “Ev komkujî ne tesaduf bû. Lê belê plankirî bû. Arman jî rêgirtina li pêşiya pêkanîna destkeftiya li Rojavayê Kurdistanê bû. ”

HESEKÊ

Têkildarî mijarê, şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Til Temirê yên kantona Hesekê bi semîneran têkoşer Şîlan û 4 hevalên wê bi bîr anîn.

Semînera li navçeya Til Temirê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate dayîn. Bi dehan endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan beşdar bûn. Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê behsa têkoşîna şehîd Şîlan hate kirin.

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdê ya Meclisa Til Temirê Ridwan Xelef axivî û da zanîn ku di semînerê de li ser îxaneta têkoşer Şîlan û 4 hevalên wê ya ji hêla rejîma Baasê û dagirkeriya Tirk ve hat nîqaşkirin û wiha got: "Têkoşer Şîlan li dijî urf û adatên çewt serî hilda. Şehîd Şîlan sembola li dijî îxanetê, parastina azadiya xwe û gelê xwe ye."

Li navçeya Dirbêsiyê jî, şêniyan şehîd Şîlan û hevalên wê Ciwan, Fûad, Cemîl û Zekeriya bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi bîr anî.

Di merasîmê de bi dehan şêniyên navçe û bajarokên wê beşdar bûn, hola merasîmê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Şîlan û şehîdên azadiyê hat xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk ê navçeyê Mihemed Xelef axivî û wiha got: "Di 1999’an de bi destê hêzên navneteweyî, ji nav wan jî dewleta Tirk komployeke mezin li dijî rêber Abdullah Ocalan hat plankirin û hate dîlgirtin."

Xelef wiha domand: "Şehîd Şîlan û hevalên wê bi destê îsxtîxbaratên Sûriyê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê hatin siûqastkirin û şehîdxistin, ew jî berdewama komploya li dijî rêber Ocalan  û hewldana qirkirina kurdan e. Ji ber dewletên kapîtalîst hewl dide nasnameya kurdan biçewisînin. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê li pêş van komplo û siûqastan sekinîn û berxwedana xwe berdewam kir."

QAMIŞLO

Rêxistina PYD’ê ya navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn û teqez kir ku ew ê têkoşîna li ser xeta azadî û demokrasiyê berdewam bikin.

Civîn li hola Şehîd Cahîde Ronak bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê li dar ket.

Civîn bi deqeya rêzgirtin dest pê kir, piştre Hevseroka PYD’ê ya navçeya Tirbespiyê Hediye Şemo îşaret bi dîroka têkoşer Şîlan û rola wê ya mezin di têkoşîna jina Kurd û guhartina zihniyeta desthilatiyê de kir.

Hediye Şemo da zanîn ku komploya li dijî şehîd Şîlan û hevalên wê rê li pêş azadî û demokrasiyê bigirin.

 (şx-fr)

ANHA