Li gundewarê Derayê mayînek bi erebeya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya

Li ser rêya Newa - El-Şêx Seed li gundewarên rojavayê Derayê dema ku erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê derbas dibû, mayînek pê de teqî.

 Li gundewarê Derayê mayînek bi erebeya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya
29 mijdar, 2021   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), li gundewarên rojavayê Derayê piştî ku mayîn  bi erebeyeke hêzên hikumetê de li ser rêya Newa - El-Şêx Seed teqiya, hêzên hikumetê ketin liv û tevgerê. Li gorî agahiyan windahî hene.

Ji vê sibehê ve li ser bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê xebatên kontrolkirina erebeyan zêde bûne.

(dm)