Li rêber Abdullah Ocalan cezayên dispilînê hatin birîn

Hat eşkere kirin ku li rêber Abdullah Ocalan du cezayên nû yên dispilînê hatine birîn.

Li rêber Abdullah Ocalan cezayên dispilînê hatin birîn
29 mijdar, 2021   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe 'bi lezgînî' biçin dîtina rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, 22'ê Mijdarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran diyar kir ku 8 meh in ew nikarin agahiyê ji Ocalan û 3 muwekîlên xwe yên din werbigirin. Ji ber ku li ser rewşa jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtinê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên mîna pandemiyê qet agahdar nînin, ew bi fikar in.

Parêzeran ji dadgehê xwest ku dawî li vê rewşa 'bêagahîmayinê' bîne û bike ku karibin muwekîlên xwe bibînin.

Bi redkirina serlêdana parêzeran re eşkere bû ku du cezayên nû yên dispilînê li rêber Abdullah Ocalan birîne. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana parêzeran red kir û ji bo hincetê jî diyar kir ku di encama lêpirsîna dîsplînê ya der barê Abdullah Ocalan de 12'ê Cotmehê ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê hatiye birîn.

Dadgeriyê ji bo serlêdana hevdîtina malbatê jî biryara redkirinê da û ji bo vê jî weke hincet ragihand ku Serokatiya Desteya Dîsplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê 18'ê Tebaxê ji bo 3 mehan cezayê 'bêparhiştina serdanê' birî ye.

Dadgeriyê li ser hinceta cezayê qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran re û qedexeya 3 mehan a hevdîtina bi malbatê re agahî neda.