​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji Efrînê di zinadan El-Rayî de qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji şêniyên Efrînê li zindana El-Rayî ya gundewarên herêma Ezazê, di bin îşkenceyê de qetil kirin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji Efrînê di zinadan El-Rayî de qetil kir
28 mijdar, 2021   10:49
ŞEHBA

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ku zindana El-Rayî ya gundewarên bakurê Helebê kontrol dike, welatiyê bi navê Silêman Nûrî Nûman ê 51 ê ji şêniyên gundê Bozîkê ya herêma Efrîn, di bin êşkenceyê de kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Hezîrana 2019’an de Silêman Nûman li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî revandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinek ji heman gundî û ji malbata Silêman Nûman a bi navê  Mewlîde Nûman a 64 salî, di meha Gulanê de di bin îşkenceyê de li zindana El-Rayî hat qetilkirin.

(dm)

ANHA