Apê Celal yê PDK`ê terk kir û tev li PKK'ê bû: PKK partiya şehîdan e

Apê Celal Hecî Xelîl piştî ku PKK`ê nas dike ji PDK`ê derket û wiha axivî: "Rêbertî ji me re got, divê gel civakeke şoreşger be û kesayetên xwe yên welatparêz ava bike û hişmendiya xwe biguhere."

Apê Celal yê PDK`ê terk kir û tev li PKK'ê bû: PKK partiya şehîdan e
28 mijdar, 2021   07:30
RÊNAS REMO-KADAR ÎBRAHÎM-QAMIŞLO

Di salên 70`yî de, dema ku cîhan dibû şahidên damezirandina tevgerên şoreşger, gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê hêviya xelasiya ji qirkirin, zilim û zordariyê dikir, lê tevgerên rizgariyê yên wê demê şepêla sosyalîst bingeh digirt. Rêber Abdullah Ocalan jî bi rêya îdeolojiyekê ku ji gelê Kurdistanê re guncaw bû, banga rizgarkirina gelê Kurd dikir.

Derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo gelan bû rêya xelasiyê ji zilm, qirkirin û çewisandinê. Tevî ku tevlêbûna nava vê partiyê ji ber zextan zehmet bû, lê li Rojava gelek malbat, kesayet û xwendekarên zanîngehan baweriya xwe pê anîn û wekî rêya çareserkirina doza kurdî dîtin.

Celal Hecî Xelîl ji gundê Etebe yê 25 km dikeve bakurê rojhilat navçeya Tirbespiyê, bavê şehîd Bahoz Bagok û Heqî Bagok e. Celal Hecî Xelîl ji kesayetên destpêkê ye yên ku PKK'ê nas kirin û di nava refên wê de têkoşîn kirin.

Apê Celal wiha ji ajansê re axivî: "1983`yan ez endamê PDK`ê bûm, konferansa sêyemîn a partiyê li mala min li dar ket, di konferansê de peyama PKK`ê ya pîrozkirina konferansê hate xwendin, li ser vê yekê min pirsa vê partiya kurdî ya nû kir, beriya wê jî min ser damezrandina wê û agahiya şehadeta şehîd Hakî Karer bihîstibû. Şehadeta wî bandoreke mezin li tevahiya gelê Kurd kir."

Celal Hec Xelîl diyar kir dûvre heval Mihemed Îsmaîl ê ji gundê Til Xenzîr û Mihemed Emîn Hec Mehmûd nas dike û wiha dewam kir: "Bi nîqaşên me re, min baweriya xwe bi hêz û ramanê vê partiyê anî."

Hecî Xelîl diyar dike ku piştî konferansa sêyemîn a PDK`ê, sistahiyê di kar û xebatên partiyê de  dibîne û li ser vê yekê îstîfa dike û diçe Şamê.  Apê Celal Hecî Xelîl rêwîtiay xwe ya ber bi têkoşînê ve wiha parve kir: "Ruxmî ku ez ne endamê partiyê bûm, lê li wir hevalê Îsmaîl belavkirina pirtûk û belavokên PKK`ê ji min xwest, dema belavkirinê min belavok û pirtûk xwendin, baweriya xwe bi partiyê anî û bi vî awayî ez tev li bûm."

Apê Celal Xelîl bi domdarî got: "Di civînên yekemîn ên PKK`ê yên li gundên Abira, Atebê û Şîtka de ku ji aliyê şehîd Loqman ê ji gundê Til Şeîr ve hate birêvebirin, deqeya rêzgirtinê ya li ser giyanên şehîdan ji gelê Kurd re xerîb hat, hin beşdarên civînê ji vê yekê mat man û rastiya ku şehîd Loqman li ser rewşa gelê Kurd parve kir, neacibandin."

ꞌEWLEKARIYA SÛRIYÊ ASTENGÎ JI ME RE DERDIXISTꞌ

Apê Celal Hecî Xelîl piştî ku tev li têkoşînê dike, ew û malbata xwe ji aliyê saziyên ewlekariyê yên hikumeta Şamê ve rastî astengî û zextan dihatin, têkildarî vê yekê Xelîl wiha got: "Her tim digirtin ser malên me û me dişopandin, her wiha ji me dixwestin em biçin hemû şaxên ewlariyê, li ser vê yekê me pere dida da ku me negirin."

Li gorî apê Celal, destpêka PKK`ê derket, bi navê xwendekaran (Telebe) an jî Kawa Çiya bû ku serdana şêniyên herêmê dikir da fikirê partiyê belav bikin, li hemberî vê yekê jî welatî mat diman û ev pirs ji xwe dikirin: "Çawa kesên tiştekî wan tune ye û bi derfetên kêm hewldana avakirina partiyekê dikin û ji bo doza Kurdan xwedî fikirên mezin in?"

Têkildarî berxwedana jinan Hecî Xelîl wiha axivî: "Rakirina jina Kurd ji çekê re û xebata wê ya di qada siyasî de, bandoreke mezin li kesayeta min kir, ruxmî ku gelek malbatan wê demê ev fikir red dikirin û heta niha jî red dikin, lê me yên ku baweriya xwe pê anî, me rê ji keçên xwe re vekir da tev li vê partiyê bibin û bixebitin. Fîşeka yekemîn a ku şehîd Egîd teqand û tevlêbûna jinan a şoreşê bandoreke erênî li civakê kir."

ꞌRÊBER OCALAN WESYETA AVAKIRINA CIVAKEKE ŞOREŞGER KIRꞌ

Apê Celal û çend kesayetên welatparêz di sala 1994`an de li Şamê bi rêber Ocalan re civiyan, li ser hevdîtinê apê Celal Hecî Xelîl wiha got: "Rêber Ocalan di hevdîtinê de wesyet li me kir ku em civakeke şoreşger ava bikin û rexne li kesên ku digot, eşîr an jî herêma me ne welatparêz in kir û got, ma em biçin û kesayetên welatparêz ji Fransa û Brîtanyayê bikirin? Divê em li ser bingeha têkoşîneke niştimanî û şoreşgertî civaka xwe ava bikin."

Apê Celal Hecî Xelîl destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan ji wan re digot: "Nabe hûn hesab ji kesên şaş dibin bixwazin, lê wan rast bikin û rêya welatparêziyê nîşanî wan bikin. Madam em hene em ê welatê xwe ava bikin û ji gelê xwe re rastiya wî eşkere bikin."  Apê hevdîtina xwe ya bi rêbertî re mîna xwendina pirtûkekê bi nav dike.

ꞌFIKIRÊ PKK`Ê JI FIKIRÊN PARTIYÊN DIN CUDATIR Eꞌ

Apê Xelîl diyar kir ku wan gelek partiyên kurdî dîtine, lê armanc û bernameya PKK`ê ji wan cudatir bû û ev nirxadin kir: "Ew partî xwedî bernameyên li ser kaxezan bû û di pratîkê de tu tişt tune bû û hîn jî li ser vê yekê ne, lê PKK`ê li ser bingeha xwîna şehîdan ava bûye."

ꞌŞEHÎD SELMAN SEMBOLA RIHÊ APOÇIYETÊ YEꞌ

Apê Celal Hecî Xelîl bal kişand ser şehîdên destpêkê yên PKK'ê û wiha pê de çû: "Şehîdên destpêkêji gelê herêmê re sembola rih û xebata apoçiyetê bûn. Ji wan şehîd Selman Ehmed bû ku di berfê de bi meşê ji Tirbespiyê ber bi hemû gundên herêma Aliyan ve diçû, bi çûn û hatinê 60 kîlometreyan dimeşiya û li ser vê yekê heta niha bo me mînaka naskirina rihê apoçiyetê ye.

ꞌBI SAYA PKK`Ê DOZA KURDAN BÛ DOZEKE CÎHANÎꞌ

Îro ew li ser wan rojan digirîn, ji ber ku kar û xebat zor bû, lê ruxmî vê yekê her kesî bi enerjî û hemû hêza xwe kar dikir û îro partî xurttir bû. Her wiha dema em dibînin bi saya vê partiyê doza Kurdan bûye dozeke cîhanî em kêfxweş dibin."

Apê Celal Xelîl bi domdarî got: "Tevî berdêlên mezin ên ku PKK`ê û kadroyên xwe dane û bi girtin, qetilkirin, serma û birçîbûnê re rû bi rû dimîn, lê hemû zor û zehmetî derbas kirin, li ser vê yekê em bi hestên xwe ve bi partiyê ve hatin girêdan, nexasim xebata jina Kurd a di nav partiyê de ku bandoreke mezin li me kir."

Di dawiyê de apê Celal Hecî Xelîl gerîlayên li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: "Heta nuqteya xwînê di laşê me de hebe em ê şopdarên rêya şehîdên xwe û fikirê serokê xwe bin û heta roja dawî ji jiyana me em ê li ser soza xwe bin."

(eh)

ANHA