​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên DAIŞ’ê li Germiyan êrişî hêzên pêşmerge kir. Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
28 mijdar, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din çeteyan li gundê Kulco ya ser bi bajarokê Kokir ya ser bi navçeya Kifrî a ser bi Herêma Germiyan, êrişî hêzên pêşmerge kirin. Di êrişa yekem ya çeteyan de 4 pêşmerge birîndar dibin.

Rêveberê Asayîşa bajarokê Kokis Şemal Ebdulrehman ji Rojnewsê re axivî û da zanîn ku dema hêza pêşmerge bi hewara pêşmergeyên di şer de diçe, mayîn bi wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ve diteqe.

Şemal got ku şofêrê wesayîta zirxî rizgar bû, lê 5 pêşmergeyên di nava wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest didin.