Çeteyên dewleta Tirk du welatî revandin û radestî îstîxbarata Tirk kirin

Çavkaniyekî herêmî ji gundewarên Girê Spî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên ji gundewarên Girê Spî ya dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk du welatî revandin û radestî îstîxbarata Tirk kirin
28 mijdar, 2021   09:52
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, çeteyên dagirkeriya Tirk duh bi ser gundê El-Sukariyê yê kantona Girê Spî de girtin û welatiyên bi navê Hadî Elkê Xanîm ji eşîra Cês û Yûsif El-Faris ê Kurd revandine.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan kesên revandî li navenda navçeya Girê Spî ya dagirkirî radestî îstîxbarata Tirk kirin.

(dx)

ANHA