‛Radestnekirina cenazeyên şehîdan sûc û xiyanetek li dijî gelê Kurd e’

Parêzer Mihemed Emîn El-Neîmî da zanîn ku radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re sûc e û got, faşîzma Tirk nahêle PDK’ê cenazeyan radest bike, da ku fitne di navbera Kurdan de çêbibe.

‛Radestnekirina cenazeyên şehîdan sûc û xiyanetek li dijî gelê Kurd e’
28 mijdar, 2021   04:08
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Çalakiyên konvedanê yên li deriyê Sêmalkayê yên bi bangên wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam dikin.

Tevî bangên hêzên niştimanî, malbatên şehîdan û dayikên aştiyê, PDK'ê cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku 28'ê Tebaxa borî li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên wê de şehîd bûne, radestî malbatên wan nake.

/kr/uploads/files/2021/11/27/214428_-.webp

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neîmî behsa kemîna Xelîfanê kir û wiha got: "PDK’ê bi dijminatiya xwe ketiye bin bandora faşîzma Tirk a ku dijbertiya gelên resen, bi taybet gelê Kurd dike. Faşîzma Tirk ji serdema Osmanî ve komkujiyan li dijî gelan dike."

El-Neîmî diyar kir ku malbatên "Leşkerên Roj" bang bersivandin, berê xwe dan konê çalakiyê û gotin wan zarokên xwe ji bo parastina Kurdistanê şandine, ne ji bo ku bi rêya PDK’ê bibin çete di destê faşîmza Tirk de.

El-Neîmî got, kesên ku bikevin bin serwerî û bandorê dijminê gelê Kurd xayîn in, nikarin rastiyan binixumînin.

El-Neîmî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dûrî siyasetê, em parêzer dibînin ev kiryar di aliyê qanûnê de sûcekî navneteweyî ye. Ji ber ku qetilkirin sûc e, her wih redestnekirina cenaze û veşartin wan jî sûcek e. Ji ber ku sûcdar her çiqasî mîrata wî ya genetîkî sûc bin qebûl nake ku cenazeyan radestî malbatên wan bike."

El-Neîmî got, yekitiya parêzeran bi rêya platformên hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî vê mijarê bi baldarî dişopînin û got: "Ev sûc li dijî rêgez û qanûnên NY’yê ye, her wiha qanûnên Cinêv a 1947, qanûna Lahay a têkildarîşer û qanûnên sûcên şer ên 1907’an bin pê dike."

El-Neîmî da zanîn ku li gorî qanûna navneteweyî nabe bi cenazeyên sivîl û şervanên ku parastina azadiya gelên xwe dikin were lîstin û destnîşan kir ku qanûn wê sûcekî mezin dihesibîne û PDK’ê bi kiryarên xwe  û ketina bin serweriya faşîzma Tirk sûcên mezin li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Jerêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neîmî wiha dawî li gotina xwe anî: "Du sedem hene ku PDK’ê cenazeyan radest nake; ya yekemîn ew e ku sûcên xwe veşêre da ku neyê cezakirin. Ya duyemîn ew e ku jî faşîzma Tirk nahêle ew cenazeyan radest bike, da ku fitne di navbera gelê Kurd de çêbibe û yekitiya Kurd têk bibe, nemaze digel bangên hêzên neteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo yekitiya Kurdan."

(fr)

ANHA