Karkerên paqijiyê: Bi hevkariya welatiyan em ê pirsgirêka çopê çareser bikin

Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Qamişloyê diyar kir ku bi hevkariya welatiyan ew ê pirsgirêka çopê ya bajêr çareser bikin. Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê da zanîn ku divê her ferdek paqijiya bajarê xwe bike erkeke sereke.  

Karkerên paqijiyê: Bi hevkariya welatiyan em ê pirsgirêka çopê çareser bikin
27 mijdar, 2021   11:00
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Diyardeya avêtina çopê ya di nav tax û goşeyên bajarê Qamişloyê de, gefan li tenduristiya welatiyan, nexasim li zarok û xwendekaran dixwe.

Karkerekî paqijiyê yê Şaredariya Gel a Qamişlo Xidir Hisên (47) ku ji navçeya Til Hemîsê ye, axivî û got: "Ruxmî ku çopdank li piraniya taxên bajêr hene, lê dîsa jî piraniya welatiyan çopê danaynin cihê wê yê guncaw û diavêjin kolanan, ev jî dibe sedem ku careke din çop kom bibe."

Xidir Hisên bang li welatiyan kir ku parastina bajêr bikin û wiha dewam kir: "Ger her ferdek parastina taxa xwe bike, dê hemû bajêr paqij bimîne, ji ber ku belavbûn û kombûna wê ya di nav taxan de dê bibe sedem ku nexweşiyên berbelav bibin, ji lew re divê hemû welatî bi me re hevkar bin û li paqijiya bajêr baldar bin."

‘PAQIJIYA BAJARÊ ME BERPIRSYARIYA ME TEVAN E’

Welatiya bi navê Qudret Qasim (60) jî got: "Divê her kes taxa xwe paqij bike da hemû bajêr paqij be. Ez bi xwe her sibeh ber deriyê mala xwe paqij dikim. Li ser vê yekê dibêjim, ger her ferdek ji paqijiya taxa xwe dest pê bike, em ê parastina paqijiya hemû bajarê xwe bikin û pê re jî em ê parastina çand û şaristaniya xwe bikin."

Qudret Qasim ev li axaftina xwe zêde kir: "Avêtina çopê di nav tax û derdora bajêr de, ne layiqî civaka me ye, ji ber ku em hemû berpirsên paqijiya bajarê xwe ne."

Ruxmî karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Qamişloyê bi saetan kar dikin û li nav taxan digerin, lê dîsa jî gelek caran li ser paşguhkirina welatiyan gazinan dikin.

Endamê Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê Emîn Cedûî got: "Karkerên paqijiyê rojane li hemû taxên bajêr digerin da ku çopa li pêşiya malan û deverên taybet kom bikin. Her wiha rojane 3 caran digerin û saetên wan hatine diyarkirin ku ew jî 6’ê sibehê, 6’ê êvarê û 11’ê şevê ne."

Emîn Cedûî da zanîn ku li bajêr 160 karkerên paqijiyê dixebitin û 50 erebeyên çopê hene û wiha domand: "Tevî vê yekê gelek welatî fêr bûne ku çopê derengî şevê derxin û naxin kîsên girtî, di encamê de kuçik lê kom dibin û li kolanan belav dikin. Divê welatî bi me re hevkar bin û çopê di saetên gera erebeyên paqijiyê de derxin."

 

Cedûî diyar kir ku li gorî biryara Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Gel a Qamişlo ya civîna 18`an, dê li dijî kesên li gorî biryarên paqijiyê tev negerin cezaya 15 hezar lîreyên sûrî dê li wan were birrîn. Emîn Cedûi di dawiyê de îşaret pê kir ku rojane ji bajarê Qamişlo, derdora 200 ton çop tê derxistin.

ꞌHIN WELATÎ XWE BERPIRS NABÎNINꞌ

Li aliyekî din jî cîgira hevserokatiya Desteya Rêveber a Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer axivî û got, li gorî salên borî, li bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji aliyê paqijiyê ve guhartineke berçav heye, lê hîn jî kar û xebat jê re pêwîst e da bihêjin çareseriyekê ku hemû pirsgirêkên jîngehê yên li herêmê bi dawî bikin.

Bêrîvan Omer ev li axaftina xwe zêde kir: "Li herêmê di demên dawî de sedemên belavbûna çopê li bêberpirsyariya hin welatî vedigere, ji lew re divê her ferdekî civakê paqijiya bajarê xwe wekî erkekê bibîne."

ꞌQANÛNEKÎ TAYBET JI BO JÎNGEHÊ HATIYE DERXISTINꞌ

Bêrîvan Omer diyar kir ku hevkariya welatiyan a bi karkerên paqijiyê re û derxistina çopê di demên diyarker de, dê pêşî li pirsgirêka belavbûna çopê bigire û wiha pê de çû: "Em niha hewl didin bi rêya şaresedariyan vê pirsgirêkê çareser bikin, ev jî bi rêya vegerandina çopê û veguhestina wê ya ji depoyê re, hevsengiyê di navbera karê karkerên paqijiyê û karê dikeve ser milên welatiya çêbikin, destpêkirina hemleyên hişyarkirinê û hemleyên paqijiyê yên di navbera hemû taxên bajarê Qamişlo de."

Bêrîvan Omer di dawiyê de got, ew bi hevkariya komînan welatiyan li ser dabeşkirina çopê ji madeyên kîmyewî, balastîk û yên din hişyar dikin da dema wê veguhezin depoyê; miqdarê çopê kêm bibe, her wiha bi hevkariya Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriê qanûnekî taybet bi jîngehan ragihînin.

Komîteya Şaredariyên Gel û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişloyê 26`ê Gulanê li rojhilatê bajarê Qamişloyê deverek bo komkirina çopê veqetand da ji wir veguhêzin cihê sereke ya li Holê. Armanc ji vê yekê jî ew bû ku li bajar û gundên herêma Cizîrê bêhna pîs a şewitandina çopê kêm bibe.

(eh)

ANHA