​​​​​​​Hêzên Rûsyayê çolistana Sûriye bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê herêmên çeteyên DAIŞ'ê lê belav bûne yên li çolistana Sûriye bombebaran kirin.

​​​​​​​Hêzên Rûsyayê çolistana Sûriye bombebaran kir
27 mijdar, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên şer ên Rûsya vê sibehê dîsa herêmên çeteyên DAIŞ'ê lê belav bûne yên li çolistanên Humis û Reqayê bombebaran kirin.

Piştî ku duh di encama bombebarana Rûsyayê li dijî çolistanên Reqa û Dêrazorê de 8 çete hatin kuştin û 15 birîndar bûn, Rûsyayê îro careke din baregehên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê ji destpêka meha Mijdarê de zêdetirî 560 êriş li dijî baregehên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriye pêk anîn.

(dm)