​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê ‘herêma bêçek’ topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li “herêma bêçek” topbarankirina hev didomînin. Leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê ‘herêma bêçek’ topbaran kir
27 mijdar, 2021   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi moşekan deverên Barê, Fitêra, Sifohin, Filêfil û Binîn ên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çeteyan jî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên Seraqêb ên li rojhilatê Idlibê kirin hedef. Agahî hene ku leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

(dm)