Çeteyên dewleta Tirk 5 welatî li Şiyê revandin

Çeteyên Sultan Silêman Şah ên dewleta Tirk a dagirker 5 welatî li navçeya Şiyê ya Efrînê revandin. Hate zanîn ku 4 kes ji heman malbetê ne.

Çeteyên dewleta Tirk 5 welatî li Şiyê revandin
27 mijdar, 2021   09:35
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku çeteyên Sultan  Silêman 5 welatî ji navçeya Şiyê revandine.

Li gorî çavkaniyan navê kesên revandî wiha ne: Mesûd Mistefa Şêxo, Ebdulrehmen Mistefa Şêxo, Xelîl Mistefa Şêxo, Emar Silêman Şêxo û Bekir Mistefa Rehmokî.

Her wiha çeteyan îşkence li welatiyê bi navê Mihemed Kemal Elî Bekir û kurê wî Lezgîn kir.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan kesên revandî ber bi navenda xwe ya navçeya Şiyê ve birin, lê aqûbeta wan ne diyar e.

(dm)