DYA têkildarî aloziya li Etîyopyayê bi fikar e

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku ji ber zêdebûna asta aloziya li Etîyopyayê bi fikar in.

DYA têkildarî aloziya li Etîyopyayê bi fikar e
27 mijdar, 2021   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî RT, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Ned Price wiha got: "Anthony Blinken têkildarî nîşaneyên zêdebûna asta leşkerî li Etîyopyayê bi fikar e û îşaret bi tevgera lezgîn kir da ku dan û standin werin kirin."

Tê zanîn ku daxuyaniya Ned Price piştî pêwendiya bi rêya telefonê ya di navbera serokê Kenyayê Uhuru Kenyatta û Blinken de hate dayîn.

(bx)