Li Lubnanê alternatîfên li hemberî krîzê: Min bi xwe re bibe

Gelê Lubnanê ji ber aloziya sotemeniyê û bilindbûna buhayê wê, berê xwe didin motorsîklêt û tûktûkan. Vê carê însiyatîfek bi navê ‘Min bi xwe re bibe’ li gelek herêman belav bûye. Bi rêya komên li ser Whatsappê, çend kes li erebeyekê siwar dibin da ku lêçûna wan kêm bibe.

Li Lubnanê alternatîfên li hemberî krîzê: Min bi xwe re bibe
27 mijdar, 2021   09:27
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Bi rêya malpera "BlaBlaCar" ku li gorî wê rêwî û ajokarên ku dixwazin bi hev re biçin heman bajaran, lêçûna rêwîtiyê li hev parve dikin. Vê yekê bala komeke ciwanên Lubnanê kişand û dest bi vê însiyatîfê kir.

Însiyatîfa "Min bi xwe re bibe" ne ji bo qezencê ye, sepana (application) wê li ser înternetê tune ye. Ew tenê bi rêya komeke Whatsappê ye û di nava çarçoveyeke teng de ye.

Mihemed El-Cewad ku dest bi însiyatîfê kir, çîroka wê ji me re wiha got: "Kesekî ji min re got, ew rojane bi erebeya xwe diçe Beyrûtê. Min nêrîna xwe jê re got ku bi xwe re kesekî bibe. Wî jî jê hez kir. Paşê agahî di nava niştecihan de belav bû û êdî her karmendek ku bi erebeyê diçe karê xwe, ji kesên li ser rê pirs dikin bê ka dixwazin pê re biçin."

Mihemed El-Cewad wiha domand: "Bi vê rengî komeke me li ser Whatsappê çêbû û me navê "Min bi xwe re bibe" lê kir.”

Li Beyrûtê jî însiyatîfa bi navê ‘Lebanon Carpooling’ (Min di rêya xwe de bibe) bi rêya komeke li ser Facebookê dest pê kir. Meryem Şihûd ev da destpêkirin. Armanca wê ew e ku zehmetiyên rojane yên ku rastî welatiyan tên, kêm bibin piştî ku piraniya gel nema dikare bigihêje cihê karê xwe.

Li gorî berpirsên van însiyatîfan, însiyatîfên wan cudahiyên mezhebî ji holê rakirin û kesên ji hemû mezheban li hev kom kirin.

‘EM JI BO HEV IN’

Însiyatîfeke din, lê vê carê li Seyda yê başûrê Lubnanê ji aliyê kesekî ve hatiye destpêkirin. Ew jî çalakvanekî civakî ye bi navê Wayil Qeseb. Wayil bi rêya tûktûkan rojane li kolanên bajar û taxên wê digere da ku bala welatiyan bikşîne. Tişta ku li ser alava veguhastinê nivîsandiye,"Min di rêya xwe de bibe" û "Bê pere" yan jî "Em ji bo hev in". Wayil bi vê dixwaze ji wan nîşan bide ku li gel lêçûna zêde ya teksiyan dikare wan bê pere bigihîne cihê ku dixwazin biçinê.

Tê zanîn ku Banka Cîhanê di Gulana borî de diyar kiribû ku di 150 salên dawîn de, aloziya aborî ya Lubnanê di 3 rêza yekemîn de ye.

(bx)

ANHA