Rojnameyên erebî: Vegera Şamê bi nêzîkatiya ‘gavek piştî gavekê’ ve girêdayî ye

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa li Sûriyê, aboriya Tirkiyê û rewşa Tunisê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Vegera Şamê bi nêzîkatiya ‘gavek piştî gavekê’ ve girêdayî ye
Rojnameyên erebî: Vegera Şamê bi nêzîkatiya ‘gavek piştî gavekê’ ve girêdayî ye
Rojnameyên erebî: Vegera Şamê bi nêzîkatiya ‘gavek piştî gavekê’ ve girêdayî ye
27 mijdar, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘VEGERA SÛRIYÊ… GAV PIŞTÎ GAVEKÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat li ser rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Careke din di korîdorên dîplomatîk de bi bêdengî behsa nêzîkatiya “gav beramberî gavekê” li Sûriyê û testkirina pêkanîna nexşerêyekê tê kirin ku di navbera xwestekên Şamê û hevalbendên wê û xwestekên Washingtonê ji Moskovê de pêk were.

Li cem Washingtonê amûrên pêkanîna fişarê li ser Sûriyê hene; hebûna wê ya leşkerî li rojhilatê Sûriyê û Qanûna Qeyser, tecrîda siyasî ya li ser Şamê û ji nû ve avakirina Sûriyê. Şertên Moskovê jî ev in; îtîrafkirina bi hikumetê, bidawîkirina tecrîdê, gihaştina lihevkirinekê li gorî biryara NY’yê ya 2254’an, xurtkirina desthilata navendî û rakirina cezayan li ser Şamê û mijara ji nû ve avakirinê.

Lê ji ber geşedanên dawîn, derfet çêbû ku nêzîkatiya “gav beramberî gavekê” were vejandin. Di 2 salan de tu pêşketin di eniyên şer de çênebûn, aloziya aborî ya domdar, gavên dewletên Ereb ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re; di serî de axaftina Beşar El-Esed bi qralê Urdunê Abdullah El-Sanî re, serdana wezîrê karên derve yê Îmaratê Abdullah Bin Zayid ji Şamê re, bilindkirina asta peywendiyên ewlehiyê bi Şamê re, vexwendina nûnerên hikumeta Şamê ku tev li saziyên navneteweyî bibin mîna WHO û Interpolê.

Armancên Amerîkayê yên li Sûriyê di asta parastina destkeftiyên li hember DAIŞ`ê û alîkariyên mirovî, dirêjkirina agirbestê, piştgiriya çareseriya siyasî li gorî biryara 2254’an de sînordar man. Qada hevkariya bi Rûsyayê re di warê alîkariyên mirovî de û sivikkirina cezayên Amerîkayê li ser Şamê, astengnekirina têkiliyên Ereban bi Şamê re, piştgiriyê bide projeyên aborî yên xilasker li Sûriyê mîna “boriya gaza erebî”, tora kehrebeyê, rakirina vetoya li ser fînansekirina saziyên navneteweyî ji bo projeyên di warên perwerde, tenduristî û avê de firehtir bibe.

Li ser vî esasî, peywendiyên têkildarî Sûriyê ku dê di çend rojên bê de çêbin, ji bo testkirina nêzîkatiya “gav beramberî gavekê”, avakirina komeke peywendiyên navneteweyî, herêmî û erebî û dîtina koordîneyekê di navbera normalîzkirina dualî de ber bi Şamê ve, dê girîng bin.

Dibe ku Moskov bi rastî daxwaza nêzîkatiya “gav piştî gavê” dike, yanî Amerîka û hevalbendên wê gav bi gav nêzî helwesta Rûsyayê ya têkildarî Şamê bikin. Ne ku gaveke Rûsyayê beramberî gaveke Amerîkayê be.”

‘ROJÊN XIRABTIR LI PÊŞ ERDOGAN IN’

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ji ber siyasetên xwe yên aborî, li gel aloziya aborî ya li welat, daketina nirxê lîreyê Tirk, her wiha kêmkirina faîzê, serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên herî zehmet de ye.

Tevî ku Erdogan aloziya lîre bi teoriya komployê û "aliyê biyanî" ve girê dide û soza şerekî serxwebûnê ya nû dide, lê tiştê ji bo gelê Tirkiyê girîng, encam e. Ev encam serkeftinê jî, binkeftinê jî diyar dike. Ji ber qeyrana aborî buha ji sedî 20 zêde bûn. Rêjeya bêkariyê gihaşt ji sedî 14’an.”

‘TÛNIS LI PEY GENDELÎ Û BANDORA IXWANAN E’

Girêdayî rojeva Tûnisê rojnameya El-Beyan jî wiha nivîsand: "4 meh di ser tedbîrên awarte re derbas bûn ku ji aliyê serokê Tûnisê Qeys Seîd ve hatin ferzkirin û di encama wê de serdestiya Îxwanan bi bin ket. Gelê Tûnisê li hêviyê ye ku Seîd 17`ê Kanûnê lîsteya demkî ya pêvajoya pêş a girêdayî diyaloga nîştimanî ragihîne.

Gelê Tunisê li bendê ye ku hilbijartinên pêşwext li dar bikevin ku pêwîstî bi însiyatîfekê ji bo danîna qanûneke nû ya hilbijartinan heye.”

(şx-bx)