​​​​​​​Dayika şehîd û gerîlayekî: Ne ji PKK`ê bûya dê doza Kurdan tune bûya

Yadê Şaha Ehmed diyar kir ku dema wan dît jina Kurd banga azadiyê dike û ji bo wê şer dike, tê gihêjtin ku PKK`ê rêya azadî û rûmetê ye û got: " Ne ji PKK`ê bûya dê doza Kurdan tune bûya."

​​​​​​​Dayika şehîd û gerîlayekî: Ne ji PKK`ê bûya dê doza Kurdan tune bûya
27 mijdar, 2021   00:38
 QAMIŞLO-RÊNAS REMO-KADAR ÎBRAHÎM

Bi derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re di salên 80`yî de li Rojava derket, partiyê bi rêya kadroyên xwe guhartineke cidî di civaka Kurdan de çêkir û bû mînaka welatparêzîyê.

Ruxmî zor û zehmetiyên ku kadroyên partiyê wê demê pê re rû bi rû man, ji zextên hikumeta serwer û derfetên kêm, lê dîsa jî  karîn bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan doza Kurdan bigihînin raya giştî ya cîhanê û ji bo wê bixebitin.

Şaha Ehmed (70) ji gundê Maşûq ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye. Yadê Şeha dayika şehîd Cemşîd û gerîlayê HPG`ê Dilsoz Dêrik e. Yadê Şaha li ser naskirina xwe bi PKK'ê re got: "Bi derketina kadoroyên wê li Rojava re min PKK'ê nas kir. Wê demê min komkujiya ku hêzên artêşa Tirk li dijî malbata Qabreş a ji Qamişlo û çend kadroyên partiyê ku wê demê pêk anîbû bihîst. Dema min bihîst ku PKK' derketiye min hêvî dikir ku vê partiyê nas bikin, lê dîsa tirs di dilê min de hebû, heta kadroyên partiyê şehîd Saliha (Binefş) û şehîd Mezher serdana min kir, ez gelekê bi şehîd Binefş bandor bûm, ku di aliyê siyasî û exlaqî de û di axaftinên wê yên li ser azadiya gelê Kurd û doza kurdî de mînake jina Kurd bû."

ꞌME DI FIKIRÊ OCALAN DE RASTIYA XWE DÎTꞌ

Yadê Şaha îşaret bi hevdîtina xwe ya sala  1992`an bi rêber Ocalan re kir û wiha dewam kir: "Min û kurê xwe Nezîr li Şamê rêbertî dît, wê demê bi destên Nezîr girt û jê pirsî  kî serokê te ye? Nezîr got, APO. Li ser vê yekê rêbertî keniya û got, madam zarok nas dike bê kî serokê wî ye, divê em bizanibin ku dê Kurdistanê bimîne."

Yadê Şaha diyar kir ku ew bi ramanê rêber Ocalan re gelekî bi bandor bû û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber ku ramanê wê rastiya me û hêza gelê Kurd  a têkoşînê nîşanî me da, her wiha ji me re diyar kir ku em xwediyê maf û dozê ne û divê gelê ji bo doza xwe tê bikoşe. Ji wê demê ve min rastiya jinê nas kir ku bi mêran re di erk û mafan de wekî hev e. Ev fikir di kesayeta min de wekî jineke Kurd guhertineke bingehîn çêkir."

ꞌBI RÊYA ŞEHÎD BINEFŞ EZ BI FIKIRÊ RÊBERTÎ BANDOR BÛMꞌ

Yadê Şaha diyar kir ku dema didît ku şehîd Binefş û şehîd Sozdar civînan li dar dixin, wekî kesên din bi bandor bû û got, ji ber ku didît jina Kurd di qada siyasî de dixebite û ferqeke mezin di navbera PKK û partiyên din ên siyasî de ku wê demê banga doza Kurdan dikirin, heye.

Yadê Şaha da zanîn ku pêşengên partiyê li ser bingeha exlaqên pak pîvanên mirovahiyê dan ava kirin û bi rihê hevlatiyê yên li gel kadoriyên partiyê bi bandar bû. Yadê Şaha mînakeke wan pêşengan bi bîr xist û wiha got: "Şehîd Binefş di nav livînên malê de ranediza û digot; ez ê çawa di nav livînên germ de razêm û hevrêyên min di nav berfê de radizên, ji ber vê nêzîkatiyê heta sibeha li ser pişta xwe ma."

ꞌJI BER KU ZAROKÊN ME DI NAV PARTIYÊ DE BÛN EM DIHATIN GIRTINꞌ

Kurê yadê Şaha Ehmed Şukrî Ebdo (Cemşîd) 1992`an tev li nav refên gerîlayan dike û piştre şehîd dibe, birayê wî Şivan Ebdo (Dilsoz Dêrik) rêya wî şopand û tev li refên gerîlayan bû. Ji ber vê yekê dayik û bav Ebdo Silêman ji aliyê ewlekariyê ve rastî gelek zextan hatin.

Yadê Şaha zextên ku hikumeta Şamê ji wan re derdixist bi bîr anîn û wiha dewam kir: "Ji aliyê ewlekariya dewletê ya bajarê Rimêlanê ve, ez di mehekê de 21 carê bo lêpirsînê hatim xwestin, her carê jî digotin; ka kurê te, te çima hişt tev li PKK'ê bibin? Lê min di rûyê wan de kir qêrîn û hewl da li wan bidim.  Min got, zarokên min ji min re bîne, tu çi bixwazî ez ê bidim te."

ꞌJI BO PKK`Ê EZ AMADE ME ZAROKÊN XWE TEVDA BIKIM QURBANꞌ

Yadê Şaha li ser tevlêbûna zarokên wê nava refên PKK'ê  wiha got: "Destpêkê pir dijwar bû. Paşê roj bi roj fikirê partiyê kete dil û rihê gelê Kurd û di nav civaka Kurd de belav bû. Ez amade me ji bo partiyê zarokên xwe yên din jî bikim qurban, ji ber ku vê partiyê bi rêya fikirê rêber Abdullah Ocalan rastiya gelê Kurd û doza wê ya adil derxist holê."

Yadê Şaha bi domdarî got: "Ger ne ji Partiya Karkerên Kurdistanê bûya, dê gelê Kurd di bin desthilata sîstemên hakim de bima û dê bima amûrek bo pêkanîna berjewendiyên wan ên taybet. Her wiha dê doza kurdî jî di nav çend partiyên ku îdiaya kurdiyetê dikirin de û tu tişt ji gelê Kurd re nekirin sînordar bima.  Lê em îro dibînin ku bi saya fikirê rêber Ocalan azadiya fikirî û civakî hatiye misogerkirin."

ꞌEZ BI ŞEHÎDÊN PARTIYÊ Û RIHÊ APOÇÎYETÊ BANDOR BÛMꞌ

Pêşengên partiyê û şehîdên wê, nexasim şehîd Binefş bandorkeke mezin li yadê Şaha kir. Hîn jî axaftinên şehîd Binefş ên têkildarî doza Kurdan û rizgarkirina jinan di bîr û bala yadê Şaha de ne û bi derdora xwe re parve dike. Yadê Şaha bîrhatineke şehîd Binefş parve kir û got: "Şehîd Binefş ji me re digot, em diwestin da zarok û neviyên we azad bibin û divê jin ji bindestiyê rizgar bibin." Yadê Şaha da zanîn ku her gerîlayek şehîd dibû, partî bihêztir dibû û bi saya şehîdan bû partiyeke niştimanî.

Yadê Şaha şehîd Sakîne Pîr ku jin li mala xwe ya li gundê Maşûq perwerde dikir, bi bîr anî û diyar kir "Her ku navên gerîlayek tê bîra min, hîs dikin ku cîhan tevde milkê min e, dema serkeftineke hêzên leşkerî dibihîzim, hîs dikin ku Kurdistanê wê bimîne wekî ku rêber Ocalan ji wan re digot."

Bi wesîleya salvegera 43`emîn a damezrandina PKK`ê yadê Şaha gerîlayên HPG`ê silav kir û berxwedana dîrokî ya ku li hemberî şerê Tirkiyê didin meşandin, li wan pîroz kir. Yadê Şaha di dawiyê de got: "Serkeftin para wan e. Ji beriya 40 salî ve hikumeta Tirkiyê dibêje ew ê PKK`ê tesfiye û têk bibe, lê partiyeke ku li ser bingeha şehîd û fikirê rêber Abdullah Ocalan hatibe avakirin, dê li cîhanê minareya berxwedanê bimîne û dê xewn û hêviyên gelê Kurd pêk bîne."

(eh)

ANHA