Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê bi planekê mijara tundiya siyasî ya li ser jinan şîrove kir. Di panelê de hate gotin, "Pergalên desthilatdar jin ji siyasetê dûr xistin da ku jin nêrînên xwe parve nekirin, ji ber ku fikirê rêvebirina civakê ji aliyê jinan ve, sîstemên desthilatdar ditirsîne."

Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
Li Helebê tundiya siyasî ya li ser jinan hate şîrovekirin
24 mijdar, 2021   16:57
HELEB

Çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi diruşma "Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê panelek li ser tundiya siyasî ya li ser jinan li dar xist.

Panel li hola civînan a MSD, bi beşdarbûna jinên siyasetmedar, endamên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên civaka sivîl, Mala Êzidiyan, Kongreya Star, kesayetên jin ên serbixwe yên ji Helebê û jinên ji eşîran hate lidarxistin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê Necla Hemze axivî û birêxistina beşdaran kir.

Di panelê de du mijar hatin şîrovekirin. Ya yekê "Sedem û cûreyên tundiya siyasî" û ya duyemîn "Çawaniya parastina ji tundiya siyasî."

Mijara yekemîn ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Mihemed ve hate şîrovekirin.

Cîhan Mihemed di destpêka axaftina xwe de xwişkên Mîrabal bi bîr anî û anî ziman ku li Komara Domînîk xwişkên Mîrabal li dijî rejîma Trujîllo serî hildan û di 25'ê Mijdara 1960'î de hatin qetilkirin û bûn sembola têkoşîn jinê.

Cîhan Mihemed got, bi derketina şaristaniya Sumeran û derketina sîstema baviksalarî re beşdarbûna jinan di qada siyas û rêvebirina civakê de kêm bû û rola wê hate veşartin.

Cîhan îşaret pê kir ku rola jinên berxwedêr mîna Zenûbiya, Kilopatra û Nefertîtî, di serdemên olên yekxwedayî de, wekî Meryem, Xedîce, Eyşe, Şeceret El-Durr û bi dehan ji wan di dîroka fermî ya dewletan de nayê qalkirin û got, sedema vê yekê ew e ku dîrok ji aliyê mêran ve û bi zihniyeta baviksalarî ve hatiye nivisandin.

Cîhan Mihemed bal kişand ser rewşa jinên Sûriyê û wiha pê de çû: "Jinên Sûriyê, bi taybet ên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rastî qetilkirin, revandin, îşkencekirin û koçberkirinê hatin. Dagirker hewl didin îradeya jinê bişkînin, hedefgirtina jinên siyasetmedar mîna Hevrîn Xelef, jinên rêveber mîna Zehra Berkel û gelek jinên din ên berxwedêr wekî Barîn Kobanê û Avesta Xabûr mînaka vê yekê ne."

Cîhan Mihemed li ser tundiya siyasî ya li ser jinan got, tundiya siyasî ya li hemberî jinan beşdarbûn û nûnertiya siyasî ya jinan kêm dike û gefan li mafên wan dixwe û wiha domand: "Heya niha jin li pêşberî cûdekarî, tundiya derûnî û fîzîkî rû bi rû ne, dema ku beşdarî qada siyasî dibe rola tê dûrxistin.  Dewlet bi rêya pergaleke qanûn, siyaset û pêkanîna cûdekariyê vê tundiyê li ser jinan dimeşîne."

Cîhan Mihemed cûreyên tundiya siyasî ya li hemberî jinan wiha rêz kirin:

-Tesfiyekirina fîzîkî.

-Girtina bêyî darizandin.

-Binçavkirina jinan ji ber ku beşdarî xwepêşandanên aştiyane dibin û ji mafên dengdayîn û namzetiyê bê par tên hiştin.

-Bi zanebûn rola jinan a siyasî tê paşguhkirin.

- Beşdarbûna jinan di gelek qadan de mîna siyasetê hîsê windabûna hêzê li gel mêran diafirîne, ji ber vê yekê mêr tundiyê li ser jinan dimeşîne da ku desthilata xwe biparêze.

-Desthilatdariya siyasî rê li ber pêşketina civakê digire.

- Nebûna demokrasiyê, di nav serweriya hiqûqê, saziyên piralî, rêzgirtin û qebûlkirina yên din de.

-Bê îstiqrara siyasî û berdewama şeran.

- Jin daxwaza mafên xwe yên mirovî, kar û aktîvkirina rola xwe ya civakî, siyasî û aborî nakin.

-Binpêkirina azadiya jinan û mafên wan yên siyasî û rêgirtina li ber beşdarbûna wan di avakirina biryaran de.

Mijara duymîn a panelê ya "Çawaniya parastina ji tundiya siyasî" ji aliyê endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Necla Hemze ve hate şîrovekirin.

Necla Hemze got: "Parastina ji tundiya siyasî, di hevgirtin, xebateke hevpar, xurtkirina rola jinan di siyaset û avakirina biryaran de ye. Her wiha divê tevgerên jinan, rêxistinên civaka sivîl û saziyên têkildarî jinan bernameyekê piştevaniya siyasî û aborî ji bo jinan pêş bixin û qanûnan ji bo parastina jinan peyda bikin."

Beşdaran li ser mijarên panekê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Sîstemên desthilatdar dema ku rola jinan di aliyê siyasî de lawaz kirin xwestin ku bi zanebûna jinan dûr bixin da ku nêrînên xwe nedin, her wiha jin îqna kirin ku rola wan tenê di çarçoveya karê malê de ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku jin rola xwe û hebûna xwe di siyasetê de nas nake. Kêmbûna hejmara jinan di parlamantoyan de vê yekê piştrast dike. Van sîsteman jin ji cewherê wê rasteqîn derxist û kir alaveke rêklamê. Ji ber ku fikirê rêvebirina civakê ji aliyê jinan ve mêr û desthilatdariyê ditirsîne."

Her wiha bal hat kişandin ser rewşa jinên li Sûriyê û wiha hate gotin: "Şerê ku li Sûriyê rû dide gelek wêranî bi xwe re anî. Gelê Sûriyê bi taybet jin bi van şeran bandor bû ku azarên koçberî, qetilkirin û windabûna zarokên xwe dikişînin. Binpêkirinên li dijî jin û xwazeyê ku li herêmên dagirkirî ji Efrîn heya Serêkaniyê têne kirin vê yekê eşkere dike."

Di axaftinan de îşaret bi şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Rojava hate kirin û ev tişt hatin diyarkirin: "Jinan di siyasetê de û hemû qadan de rola xwe pêk tîne û serkeftinên mezin bi xwe re anîn. Her wiha beşdarî diyalogên siyasî yên li parlamantoyên navneteweyî û ewropî bûn."

Di dawiyê de bang li jinan kirin ku xwe di qada siyasî de pêş bixin û hevgirtina xwe xurt bikin.

ANHA