​​​​​​​Li Efrînê, di navbera çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran rû dide

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, şerekî giran di navbera komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk de diqewime. Di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan hene.

​​​​​​​Li Efrînê, di navbera çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran rû dide
24 mijdar, 2021   16:40
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ragihand ku li Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên El-Emşat ên bi navê Sultan Silêman Şah, Polîsên Leşkerî û Feyleqa 3’yan de şerekî giran rû da. Ew yek jî piştî serdegirtina kargeha çêkirina hişbirê pêk hat. Kargeh a serçeteyê El-Emşat e.

Heman çavkanî da zanîn ku vê êvarê çeteyan çekên sivik û navîn û mûşek bi kar anîn, di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku heta vê kêliyê şer û nakokî di navbera çeteyan de rû dide.

 (eh)

ANHA