Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin

Li Qamişlo û Minbicê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Qamişlo û Minbicê çalakî hatin lidarxistin
24 mijdar, 2021   17:42
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Rojava panelek bi dirûşma "Tê bikoşe, dagirkirî û tundiyê têk bibe" li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di panelê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partî, endamên Nivîsgeha Erka Xweparastinê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û saziyên sivîl û gelek kesayetên jin başdar bûn.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn; sosyolojiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mijara duyemîn; daneyên sê salên dawîn ên sûcên li dijî jinan.

Di beşa yekemîn de endama rêveber a Akademiya Civaka Demokratîk Neda Omer axivî û behsa sosyolojiya jinan, taybetmendiyên ku bandorê li jinan û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, her wiha bandora dewlet û olê li jinan, civak, malbat, felsef û zanist kir.

Neda Omer destnîşan kir ku jinan bi rêya nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê sosyolojiya azadiyê de xwe nas kirin û wiha domand: "Jin di  rûpelên dîrokê de hatibûn paşguhkirin, rêbertî banga rizgarkirina jinan ji hemû cûreyên desthilatdariyê kir, her wiha banga xweperwerdekirinê li jinan kir û ji bo avakirina civakeke demokratîk bêyî tundiya malbatî çareseriyên mayînde pêşkêş kirin.

Neda Omer anî ziman ku ji bo avakirina civakeke bêtundî, divê civak were perwerdekirin û birêxistinkirin û ji zihniyeta baviksalarî xilas bibe.

Di beşa duyemîn a panelê de endama Meclisa Edaleta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xanim Ayo bîlançoya sê salên dawî yên sûcên li dijî jinan eşkere kirin û çareseriyên ji bo tunekirina diyardeya tundiyê pêşkêş kirin.

Di bîlançoya ku Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê de ku li gorî dozên cezayan bi dest xistine wiha ne;

Sala 2019`an, 135 bûyerên pirjiniyê, 51 bûyerên zewicandina zarokan, 292 bûyerên lêdan, 25 bûyerên kuştinê û 6 bûyerên xwekuştinê çêbûn.

Sala 2020`an, 176 bûyerên pirjiniyê, 217 zewicandina zarokan, 226 bûyerên lêdan, 12 bûyerên kuştinê û 11 bûyerên xwkuştinê çêbûn.

Sala 2021`an, 193 bûyerên pirjiniyê, 73 bûyerên zewicandina zarokan, 175 bûyerên lêdan, 48 bûyerên kuştinê û 12 bûyerên xwekuştinê çêbûn.

Xanim Ayo bang kir ku divê zanabûn û zanist di civaka baviksalarî de were belavkirin. Her wiha rêz ji jinan re bê nîşandan, diyardeya destwerdana çandî û bandora wê beşa ciwanan bê tunekirin, bala ciwanan li ser bikaranîn malperên tevna civakî bi awayekî baş ku fikirê wan pêş bixe were kişandin.

MINBIC

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi heman boneyê belavok li şêniyan belav kirin.

Belavokên ku endamên rêveber û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya û komîteya jinan belav kirine banga parastina mafên jinan ji aliyên civakî û aborî dike.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya bi rêya hemleyên zanakirin û edaleta civakî û piştevaniya aborî gelek rêbazên têkbirina tundiyê pêşkêş kirin.

Li aliyekî dn Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê daxuyaniyek bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê da.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li pêş navenda tevgerê kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê Beyar Remedan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Jin ji serdeman heta roja îro ve, di bin desthilata dewlet û modernîteya kapîtalîzmê de ye. Ev dewlet û modernîteya kapîtalîzmê ne tenê jinan hedef digire, heman demê rihê wê armanc digirin. Jinan piştî xwe spart fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bin nêrî zilmê rizgar bû.

Jin ji hezar salan ve pêşengtiyê dike, civak bi giştî birêxistin kirin. Her ferdekî civakê sûd jê werdigirt. Lê roja îro, jin di tevahî civakan de rûbirûyî sûcan e û ji hêla desthilatiya mêr ve rastî tundiyê tê.

Em ciwanên şoreşgerê dê li kêlek jinê bisekinin da ku nifşekî azad biafirînin û dê li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan ku di tevahî qadên siyasî, leşkerî û sivîl de maf daye jinê bimeşin."

(fr-şx)

ANHA