​​​​​​​Li Şehbayê 2’yemin Mîhrîcana Amara dest pê kir

Li Şehbayê bi dirûşmeya "Bi pêşketina şoreşa çandî û fikirî werin cenga azadiyê" çalakıyên roja yekemîn ên 2’yemîn Mîhrîcana Amara dest pê kirin.

​​​​​​​Li Şehbayê 2’yemin Mîhrîcana Amara dest pê kir
24 mijdar, 2021   15:51
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê ji nêzî 3 mehan ve ye amadekariya lidarxistina 2’yemîn Mîhrîcana Amara dike. Mîhrîcan bi çalakiyên hunerî û werzîşî dest pê kirin. Di mîhrîcanê de pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen ên li Şehbayê beşdar bûn.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, endamên deste û saziyên sivîl li hola Mîtan a li navnerasta navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn.

Hola mîhrîcanê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, tabloyên mîrateya çandên Efrîn û Şehbayê û pankartên bi zimanê erebî û kurdî hate xemilandin.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Kantona Şehbayê Ehmed Selame axivî û mîhrîcan li hemû şêniyên Şehba û Efrînê pîroz kir û got, armanca mîhrîcanê ew e ku bersiva kesên hewl didin civakê bi hincetên neteweperestî û mezbehî parçe bikin, bide.

Dûvre koma Amara stranên bi zimanên kurdî û erebî gotin û di stranên xwe de îşaret bi berxwedana dîrokî ya ku gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk pêk anî û israra berdewamkirina berxwedanê hat kirin.

Endama Meclisa Şehîd Stêrvan çend helbest li ser berxwedana gel, tevî astengî û zehmetiyên li hemberî wan gotin.

Piştre Koma Şehîd Merdem û Koma Şehîd Dilşar Kefer Nasih a dîlanên folklorî çend govend û stranên mîrasa erebî pêşkêş kirin.

Dûvre Koma Şehîd Basil Qolgasî çend stranên tirkmenî gotin û Koma Şehîd Locan Serdez çend stranên şoreşger pêşkêş kirin.

Bernameya roja yekemîn a mîhrîcana Amara bi şanoyeke têkildarî tundiya li dijî jinan, hişmendiya desthilatdarî ya li dijî civakên Rojhilata Navîn, bandora felsefeya rêber Ocalan û zindîkirina rola pêşeng a jinan hate pêşandan.

Mîhrîcana Amara dê sê rojan dewam bike û tê  payîn ku di roja duyemîn de çalakiyên werzîşê li stada Babins ê kantona Şehbayê li dar bikeve.

(eh)

ANHA