​​​​​​​Li Îranê xwepêşandanên li dijî kêmbûna ava vexwarinê

Îro bi sedan kes li parêzgehên Şar Mahal û Bextiyarî ya başûrê rojavayê Îranê kom bûn û daxwaza çareserkirina aloziya kêmbûna ava vexwarinê kir.

​​​​​​​Li Îranê xwepêşandanên li dijî kêmbûna ava vexwarinê
24 mijdar, 2021   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Îranê, bi sedan kes li parêzgehên Şar Mahal û Bextiyarî yên li başûrê rojavayê Îranê kom bûn û daxwaza çareseriya krîza kêmbûna ava vexwarinê kir.

Zêdetirî hezar kes ber bi navenda parêzgehê ve meşiyan û bang li rayedaran kir ku projeyên veguhestina avê bi dawî bikin.

Li gorî heman dezgehên çapemeniyê, nêzî 300 gundên vê parêzgehê bi rêya sehrîcan ava vexwarinê peyda dikin.

Şar Mahal û Bextiyarî li rojavayê Îsfehanê ne. Şêniyên wan herêman jî hefteya borî ji ber heman sedeman xwepêşandan li dar xistibûn.

(dx)