Xwepêşandana xwendekaran li Hewlêrê dewam dike

Xwepêşandana xwendekarên zanîngeh û peymangehên Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê dewam dike. Xwepêşandêran rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê li trafîkê girtin û daxwaza mafên xwe kirin.

Xwepêşandana xwendekaran li Hewlêrê dewam dike
24 mijdar, 2021   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî hemû astengiyan, li Hewlêrê xwendekarên zanîngeh û peymangehê li ber avahiya desteya wezîran kombûn û ji wir jî bi awayek girseyî meşiyan ser cadeya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, xwendekaran rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê li trafîkê girtine. Hêzek zêde ya asayîşê li cihê çalakiyê kombûye û rê nade saziyên çapemeniyê ji nêzîk de çalakiya xwendekaran bişopînin.