Meclisa Jinan banga cezakirina tecawizkaran kir

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê ya Helebê Heyfa Hesen destdirêjiya li dijî zaroka ku temenê wê 2 sal derbas nekiriye ya li bajarokê Kefer Naya ya kantona Şehbayê şermezar kir û banga hesabxwestina ji sûcdaran kir.  

Meclisa Jinan banga cezakirina tecawizkaran kir
24 mijdar, 2021   13:12
HELEB – SOZDAR WEQAS

Zarokeke ku temenê wê sal û 8 meh e û ji şêniyên bajarokê Kefer Naya yê kantona Şehbayê ye, ji aliyê kesekî nenas ve di 13`ê Mijdarê de rastî tecawizê hat.

Têkildarî mijarê Meclisa Jinan a Sûriyê ya kantona Şehbayê duh daxuyaniyek da û bang li aliyên pêwendîdar kir ku ku bi lez sûcdaran bigirin da ku werin darizandin.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê ya Helebê Heyfa Hesen têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî. Heyfa Hesen got: "Em dibînin ku di demên dawîn de diyardeya tundiya li dijî jinan zêde bûye. Ji destpêka aloziya Sûriyê hemû beşên civakê rastî sûc û binpêkirinan tên."

Heyfa Hesen diyar kir ku nabe kes li hember sûcê tecawizê yê li dijî zarokan bê deng bimîne û wiha domand: "Ev bûyer ne nû ye. Bi dehan sûcên bi vî awayî li dijî zarokên Sûriyê hatine kirin."

Heyfa Hesen diyar kir ku binpêkirinên cinsî û tecawizkirina zarokan zirarê dide psîkolojiya wan û tevliheviyê di têkiliyên wan ên civakî de çêdike. Heyfa wiha domand: "Civak û malbat jî zirarê ji ber vê yekê dibînin. Em di nava civakeke Rohilata Navîn de dijîn û kevneşop tê de serwer in."

Heyfa destnîşan kir ku Meclisa Jinan a Sûriyê ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê dikoşe da ku zewicandina zarokan, zewaca bi darê zorê tune bike.

Heyfa Hesen bal kişand ser sûcên li herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî jinan têne kirin û ev tişt anî ziman: "Bi sedan jin li herêmên dagirkirî rastî kuştin, tundiya fîzîkî, psîkolojîk û revandinê tên. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim ji bo pêkanîna aştî û ewlehiyê tê dikoşin. Lê jiber hebûna destdirêjî û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê de em nikarin wekheviyê pêk bînin. Mînaka wê jî kantona Efrînê ye ku rojane sûc li dijî jinan têne kirin."

Navenda Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kiribû ku ji destpêka dagirkeriyê ve zêdetirî hezar jin ku praniya wan temenbiçûk in, li Efrînê hatine revandin û çarenûsa 400 jinan ne diyar e.

Di 25`ê Mijdarê de anku Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bûyera tecawizê li dijî zaroka bi navê L.X. pêk hatibû. Heyfa Hesen destdirêjiya li dijî L.X. şermezar kir û bang li hemû rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku bê deng nemînin, berpirsyariya xwe li hember sûcên bi vî awayî pêk bînin û got: "Em ê bi koordînasyona bi rêxistinên din ên jinan re kedeke mezin bidin da ku li gorî qanûnê hesab ji sûcdaran bixwazin, edaletê pêk bînin û li hember sûcên bi vî awayî bisekin da ku dubare nebin."

(bx)

ANHA