Malbatan ji ber deriyê Sêmalka bang kir: Berê çekê xwe nedin gerîla

Malbatên ku zarokên wan ketine xefka hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, gotin ku, “Zarokên me ne li dijî dijmin, lê belê li djiî gerîla didin şerkirin û bi wê yekê dixwazin parçebûnê bixin navbera me.”

Malbatan ji ber deriyê Sêmalka bang kir: Berê çekê xwe nedin gerîla
24 mijdar, 2021   12:28
QAMIŞLO

Vê sibehê şandeyeke malbatên ku zarokên wan ketina xefka hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, berê xwe da konê xwepêşandanê yê li dergehê Sêmalka, ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolihildan Raman û Serdem Cûdî tê lidradarxistin. Şehîd Tolhildan, şehit Serdem û 3 gêrîllayên din di kemîna hêzên PDK`ê ya li herêma Xelîfanê di 28`ê Tebaxa borî de şehîd bûbûn.

Îro, xwepêşandana li Sêmalka dikeve roja xwe ya 51`an, tevî vê jî PDK`ê hîna cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake.

Şandeya ku çûye Sêmalka ji nûnerên 80 malbatên Çeteyên Roj pêk tê. Malbatan da zanîn ku ew qebûl nakin PDK zarokên wan beşdarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê bike.

Malbatên xwepêşandan kirine, wêneyên şehîdên kemîna Xelîfanê rakirin. Bi navê malbatan, Zahir Şêxmûs axivî û bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokatiya hikumeta Başûr kir ku cenazeyên şehîdan tavilê radestî malbatên wan bikin.

Şêxmûs wiha got: “Daxwazek me heye, ku cenazeyên şehîdên me radestî me bikin. Ev ne tenê daxwaza me ye, lê belê daxwaza her malbateke Kurd a bi rûmet e ku dilê wê li ser kurdiyatiyê ye.”

Şêxmûs wiha domand: “Em bang li serokatiya herêma Kurdistanê û her aliyekî hikumeta herêma Kurdistanê ya têkildarî vê mijarê dikin ku cenazeyên şehîdên me radestî me bikin.

Şêxmûs destnîşan kir ku tu ferq di navbera ciwanên Kurd de tune ye û got: “Lê belê ferqa mezin ku dixwazin bixin navbera me ew e ku ne ji bo şerê dijmin, lê ji bo şerê gerîla ku ew jî Kurd in, didin şerkirin.”

Şêxmûs wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em tu carî qebûl nakin ku birayên me yên Kurd berê çekên xwe bidin Kurdan. Hêviya me ya mezin ew e ku pêşmerge nekevin rêya şaş û berê çekên xwe nedin birayên xwe.”

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/WIAhmgxBquE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>