'Bin Zayid û Erdogan dê dosyayên Sûriyê, Iraq û Lîbyayê gotûbêj bikin'

Piştî qutbûna deh salan, îro Welîahdê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan serdana Tirkiyê dike. Li ser mijarê pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris diyar kir ku dosyayên Sûriyê, Lîbya û Iraqê di mijarên sereke yên nîqaşê bin û got bawerî bi sozên Tirkiyê nayê û delîlê vê yekê nexşeya xewnên neviyên Osmaniyan e.

'Bin Zayid û Erdogan dê dosyayên Sûriyê, Iraq û Lîbyayê gotûbêj bikin'
24 mijdar, 2021   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Îro Welîahdê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan serdana Tirkiyê dike. Beriya demeke kurt wezîrê Karê Derve û Tevkariya Navneteweyî yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan serdana Sûriyê kiribû. Piştî qutbûna 10 salan ev serdana yekemîn di navbera herdu dewletan de bû. Têkilî ji ber destwerdana dewleta Tirk li dosyayên Sûriyê, Lîbya û destekdayîna wê ji rêxistina Îxwan El-Muslimîn qut bûbûn.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe spartibûn rayedarên Tirk, dibe ku Al Nehyan îro 24'ê Mijdarê serdana Tirkiyê bike û bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinan pêk bîne.

Berpirsekî Tirk jî got, Erdogan û Al Nehyan dê têkiliyên her du welatan, mijarên bazirganî, geşedanên herêmî û istismaratan gotûbêj bikin.

Ev serdan, piştî serdana şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îmaratê Şêx Tehnûn Bin Zayid Al Nehyan a Tebaxa borî û hevdîtinên wî yên li Enqereyê bi Erdogan re pêk hat.

Li gorî daxuyaniya wê demê ya Daîreya Peywendiyan a Serokatiya Tirkiyê, her du aliyan têkiliyên her du welatan, dozên herêmî û istismaratên Îmaratê li Tirkiyê nîqaş kirin.

Piştî axaftina bi telefonê ya di navbera berpirsên îstixbarat û hikumetên her du dewletan de, serokkomarê Tirk Erdogan di Tebaxê de bi şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re axivîbû.

NAKOKÎ

Ji ber piştevaniya dewleta Tirk a bi koma Îxwan El-Muslimîn û hevalbendên wê re yên ku di "Buhara Erebî" de li hemberî desthilatên Tûnis heya Sûriyê rabûn, di navbera Tirkiyê û Îmaratê de nakokî derketin. Ev helwesta Tirkiyê serokên Îmaratê aciz kir ku koma Îxwan wekî gefeke siyasî û ewlehî dibîne.

Tirkiyê li dijî Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn û Misirê bi Qeterê re sekinî, her wiha desteka ku Enqere da hikumeta Lîbyayê ya bi serkêşiya Îxwanan, ji bo hêzên ku Îmaratê destek didin wan da ku Terablusê bi dest bixin bû asteng.

Her du dewletan hev du bi destwerdanên li derveyî sînorê xwe tawanbar kir. Erdogan di twitteke xwe de wezîrê derve yê Îmaratê bi "Bêşerm ê ku pereyan ew xirab kiriye" wesifand. Wezîrê derve yê Îmaratê bersiv da û "Osmaniyên nû" rexne kir.

Li Sûriyê jî Tirkiyê hîna destekê dide komên çete, Îmarat ya ku destpêkê destek dida opozisyonê sefaratxaneya xwe li Şamê vekir. Di 9'ê Mijdarê de wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid li Şamê bi Beşar Esed re civiyabû.

TIRKIYE TAWÎZAN DIDE..

Têkildarî nîşaneyên serdana Welîehdê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid ji bo Tirkiyê, pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris got: "Di dirêjahiya zêdetirî du salên borî de, Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewl da nakokiyên ku ji ber siyaseta wê ya li Rojhilata Navîn derketiye derbas bike. Siyasetên Tirkiyê yên ji sifir veguherîn pirsgirêkên bi dewletên cîran û bi giştî dewletên Rojhilata Navîn re, di destwerdana li kar û barên her dewletên herêmê de dewleta Tirk siyaseteke dijminane meşand. Li hemû welatan bi awayekî eşkere û provokatîv û ne li gor rêzgirtina li serweriya van welatan, destwerdana leşkerî li Sûriye, Lîbya û Iraqê kir, ji wê zêdetir dijberiya hemû hêzên herêmî û navneteweyî kir."

Faris wiha domand: "Ji ber van krîzan rejîma Tirkiyê dixwaze têkiliyên xwe yên derve di ber çavan re derbas bike. Rejîma Tirk ji bo ku nêzî dewletên Ereb ên xwedî giraniyeke siyasî û aborî û rola wan di pêşengtiya çareserkirina dozên Rojhilata Navîn de heye, mîna Misir, Erebistana Siûdî û Îmarat, hewl da tawîzan bide. Ji ber vê yekê Welîehdê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid dê serdana dewleta Tirk bike û ji 10 salan ve ev serdana yekemîn e."

DOSYAYÊN SÛRIYÊ, LÎBYA Û IRAQ CIHÊ NÎQAŞAN IN

Têkildarî mijarên muhtemel ên ku dê di serdanê de werin nîqaşkirin Faris wiha got: "Ji dosyayên girîng ên ku dê di navbera Welîehdê Ebû Zebî û serokkomarê Tirkiyê de werin nîqaşkirin, dosyayên Sûriyê, Lîbya û Iraqê ne, bi taybet dosyaya Lîbyayê were nîqaşkirin. Ji ber ku bi hilbijartinên serokatî û parlamentoyê yên 24’ê Kanûna bê re Lîbya ber bi rewşeke aram ve diçe."

Faris îşaret pê kir ku zexteke mezin a dewletên Ereb û civata navneteweyî li ser Erdogan heye ku çeteyên sûrî û yên biyanî ji Lîbya vekişîne, destwerdana li karûbarên hundirînên ên Lîbyayê rawestîne, baregehên leşkerî yên dewleta Tirk neyên avakirin û gefan li dewletên cîran û parzemîna Ewropayê nexwin.

LI HERÊMÊ ÇARESERKIRINEKE GIŞTÎ

Li gorî çavdêran, wezîrê Karên Derve û Hevkariya Navneteweyî ya Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan di 9’ê vê Mijdarê de bi serkêşiya şandeyeke payebilind serdana Sûriyê kir. Ev serdana ji 10 salên krîzê ve herî girîng e. Her wiha piştî Îmaratê piştgiriya muxalefta dijberî Esed kir, niha danûstandinên normalîzekirina bi hikumeta Şamê re derdikevin holê.

Têkildarî girêdana serdana berpirsên Îmaratê ji Sûriyê re bi serdana Bin Zayid ji Tirkiyê re Faris wiha axivî: "Dibe ku Sûriyê careke din li Komkara Ereb vegere û dibe ku li Cezaîrê civîne ji bo nêzbûna têkiliyan li dar keve, tê payîn têkiliyek di navbera Sûriyê û dewletên Ereb de çêbibe, nemaze ku dewleta Tirk bakurê Sûriyê dagir kiriye. Dibe ku ev serdana bibe rêbazekî zextê li ser Erdogan da ku binpêkirina serweriya Sûriyê rawestîne.

Faris da zanîn ku serdana Welîehdê Ebû Zebî ji bo Tirkiyê di çarçoveya xebatên Îmaratê yên rawestandina destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê û xebata bidawîkirina dagirkirina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê û got, Ev serdan peyamek e ku Sûriyê ne bi tenê ye û ji bo aramî û bidawîkirina azarên gelê Sûriyê piştevaniya wê tê kirin.

Faris li ser serdana berpirsên Îmaratê ji bo Sûriyê ev tişt anî ziman: "Ev serdana destnîşan dike ku Îmarat girîngiyê dide ewlehî, aramî û yekitiya Sûriyê û hewl dide krîza Sûriyê ya bi dirêjahiya 10 salan bi dawî bike. Îmarat bi roleke girîng ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê radibe."

Têkildarî destwerdana dewleta Tirk li Iraqê Faris wiha got: "Hîna destdirêjiyên dewleta Tirk li dijî ewlehiya Iraqê hene û Bakurê Iraqê bi temamî dagir kiriye. Her wiha dozên bi girêk ên ereban hene ku Tirkiyê destwerdanê lê dikin. Îmarat jî hewl dide çareserkirina siyasî ya giştî ji tevahî dozên herêmên ereban re bibîne."

HEVBENDIYEK DEWLETA TIRK BI FIKAR DIKE

Dr. Hamid Faris da zanîn ku dibe ku tawîzên dewleta Tirk bide û guhartina siyasetên wê yên derve yek ji berhemên serkeftina dîplomasiya Misir û Îmaratê ya avakirina têkiliyên xurt bi Qibris, Yewnanistan û Fransayê re be û wiha domand: "Dewleta Tirk bêyî tu rewabûnekê dijminatiya van dewletan û dewletên din kir, rêz ji qanûnên navneteweyî û têkiliyên navneteweyî re negirt, destwerdan li karûbarên hundirîn ên wan dewletan kir û piştevaiya koma Îxwan a terorîst kir. Ji ber van siyasetan rejîma Tirkiyê lawaz bû û gelek windahî dît. Ji ber vê yekê hewl dide ji nû ve têkiliyan bi dewletên ereban re çêke."

DÊ TÊKILÎ BI ŞERT BIN

Faris diyar kir ku avakirina têkiliyên Tirkiyê –Îmaratê dê li beramberî bi şertan bin û wiha axivî: "Li gorî van şertan, divê dewleta Tirk piştevaniya terorê neke û destwerdanê li karûbarên dewletan neke. Dewleta Tirk azarên hundirîn dikişîne û rewşa aborî lawaz e û bandoreke mezin li lîreya Tirkiyê li hember dolar kir, deyna derve zêde kir û rêjeya bêkarî û xizantiyê zêde kir. Ji lew re Erdogan hewl bide ji nû ve têkiliyan bi çMisir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Behreynê re çêke."

BAWERÎ BI SOZÊN TIRKIYÊ NAYÊ

Têkildarî baweriya bi sozên dewleta Tirk Faris wiha got: "Bi carekê bawerî bi sozên dewleta Tirk nayê. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze di her tiştî de qezenc bike û berjewendiyên dewletên dîtir berçav nagire. Me ev yek jî di nakokiyên wê bi dewleta Misirê re têkildarî dosyayên sereke de dîtin mîna destwerdana wê li Lîbyayê, dagirkirina bakurê Sûriyê û tevliheviya ewlehiya herêmê, avakirina baregehên leşkerî li Bakurê Iraqê. Heta vê kêliyê dewleta Tirk başiya niyeta xwe eşkere nekir ku siyaseta xwe li hember dozên Misirê pê bawer bibe guhartiye."

Faris wiha li zêde kir: "Divê nêrîneke nû ji mekanîzmeyên diyalog, lihevanîn û xebateke erebî ya hevbeş re li hember astengî û gefên li dijî herêmê re hebin. Divê yek jî li hember hevrikiya herêmê û navneteweyî li ser kontrolkirina herêma Ereban pêk were."

Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris behsa nexşeyên dewleta Tirk li ser diaxive ku tê de parçeyên mezin ên dewletên herêmê hene kir û wiha got: "Ev nexşe berdewama xewna ku rejîma Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan dijî ye, di wan nexşeyan de li gorî Erdogan Misir, Lîbya, Siûdiyê, Îmarat û herêma Kendavê bi giştî hene, tê de Îsraîl û Îran hatin rakirin. Bi wê re ev nexşe nîşaneyên rastîn ên planên dewleta Tirk li gorî dîroka Osmanî ya li ser dijminahiya Ereban hatiye avakirin e."

(fr)

ANHA