​​​​​​​Abdullah Ocalan: PKK îlankirina dawiya demekê bû

“Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’yan de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband.”

​​​​​​​Abdullah Ocalan: PKK îlankirina dawiya demekê bû
24 mijdar, 2021   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan, binavkirin û îlankirina PKK’ê weke dawiya demekê dinirxîne û vê nirxandinê dike: “Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a rêya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tine bû.”

Bi mûnasebeta salvegera 44. a Partiya Karkerên Kurdistan armanc, girîngî û avakirin wê ji nivîsên parezanameya 5. a Rêber Abdullah Ocalan ku li Îmrali de nivîsandiye bixwênin.

TÊGÎNA ‘KURDISTANA MÊTINGEH’ DIL Û MIJIYÊ MIN HEJANDIBÛ

Têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ dil û mijiyê min hejandibû û paşê ji xwe çûbûm. Ev bûyera pêşî û dawî bû. Bi rastî, ev bûyer ji bo min ecêb û seyr bû, lê bûyerên piştre qewimîn îspatkirin ka çima têgînek evqasî bi tesîr dibe. Lê hê jî ji bo min zor e ku ez ew tesîra destpêkê rave bikim. Di demekê de ku fermana kuştinê ya Kurdîtî û Kurdistanê hatiye dayîn û ev bi awayekî herî dijwar bi cih tê anîn, li Enqerê ji bo vejîna têgînî biryardan hem jî bi tena serê xwe, analîzeke ciddî jêre divê ku bi qasî bibe mijara romanekê.

Ez hem di nava atmosfera tevgerên ciwananên şoreşger ên Kurdan de û hem jî di nava yên Tirkan de bûm. Eşkere ye ku tesîra van tevgeran li min bûye. Di salên DDKO û Dev-Gençê de sempatîzaniya van pêkhatinan wisa bûyereke kêmtesîr nîne. Min navên rêxistinên THKP-C, THKO, TKP/ML-TIKKO bihîstibû û min şehadeta bi egîdî ya pêşengên wan dîtibû. Lîderê THKP-C’ê Mahîr Çayan pêşî bi Huseyîn Cevahîr re li Maltepeyê li ber xwe da, paşê reva wî ji girtîgehê û tevî neh hevriyên xwe li Qizildereyê şehadeta wan gelekî bandor li min kir. Ewqasî bandor li min kiribû, min ji çalakiya pêşî ya boykotkirinê ya protestokirina vê komkujiyê re pêşengî kir. Min lîderê THKO’yê Denîz Gezmîş û du hevriyên wî dît ku dema birin darvekirinê. Dîsa di heman wextî de şehadeta lîderê TIKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê bi tesîr bû. Min dît ku hersê lîderan çawa di berdêla giyana xwe de rastiya gel û neteweya Kurd anîn ziman. Tevî ku bi rêzeke hêmanên di dereceya duyemîn de ev lîder ji nava ciwanan derketibûn jî şehadeta wan a ji bo heqîqetê, sedema bingehîn bû ku kir ez biwêrim bi ser rastiya xwe de bimeşim.

HEDEFA PÊKHATINA WÊ DIHAT PAYÎN JI XEYALÊ JÎ BÊHTIR ŞÎLO Û GIRRAVÎ BÛ

Mirov biwêre bi ser rastiya xwe de bimeşe tiştek e, û mirov zanibe çawa bi ser de bimeşe tiştekî din e. Di dema dibistana seretayî de min ji zarokan koma nimêjê pêkanîbû û bi vê bibûm xwedî tecrûbeyekê. Wekî din jî tecrûbeyên min ên çêkirina komên pastoral hebûn. Lê mirov biwêre bi ser rastiya kujer de biçe û gavên vê yên pêşî biavêje, ev tişteke hevtayê wê nîne, gavavêtineke taybet e. Paşê gelekî hatiye guftûgokirin, gelekî rexne hatiye kirin û hatiye gotin “Çima rêxistina polêsan nedît, çima tedbîrên xwe negirtin?” Li naverastê rewşeke polîsiye tinebû. Gavavêtineke seyr a weke dînan hebû. Gavavêtineke wisa bû ku mirov hay ji xwe nebe, dibe ku hêz û heqîqet bibin jêdera bêhêzî û şaşiyê. Gelo çiqasî tevgereke bi aqil bû, yan jî çiqasî tevgereke berhema hisan bû? Bersivanda van pirsan zor e, ya rastî zêde hewce jî nîne. Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal roj mîna gulleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û girravî bû. Hemin min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike, lîstika me ya komê ku me dilîst wê li ber çavên polîsekî îstîxbaratê yê herî jêhatî ciddî neyê girtin û henekê xwe pê bike. Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin Kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû “Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyive, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bike?” Bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me bûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan stendî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ bibûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn.

MA NE RÊXISTINA MODERN A ÇÎNA MODERN HATIBÛ AVAKIRIN

Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.

EGER SOSYALÎZMA PÊKHATÎ NEBÛYA, BELKÎ JÎ RÊXISTINEKE BI AWAYÊ PKK’Ê ÇÊNEBÛYA

Me dema ku ber bi avakirina PKK’ê ve gav avêt, me û min gelekî hewl da ku bi xeta sosyalîzma zanistî ya Marksîzmê ve girêdayî bimînin. Eger sosyalîzma pêkhatî nebûya, belkî jî rêxistineke bi awayê PKK’ê çênebûya. Lê ev rastî nayê wê maneyê ku PKK di dema derketina xwe ya holê de bi temamî pêkhatineke sosyalîzma pêkhatî bû. Herçiqasî gelekî ketibe bin bandora wê jî mirov nikare bi temamî rastiya wê bi sosyalîzma pêkhatî rave bike. Em li vir ji bo karibin şîroveyeke rast bikin, divê em li têgînên îzafiyet û cudabûnê binêrin. Hê jî tê bîra min; ji ber cihêkirina objesûbje ya di sosyalîzma pêkhatî de, ez jî ji bo avakirina PKK’ê li zemînê maddî û li şîroveya materyalîst digeriyam. Ji ber ku ev lêgerîn weke pîvaneke bivênevê bû. Li cem Kurdan, li Kurdistanê diyardeyên dişibiyan çîna karker hebûn. Bûrjûwabûyîn dihat hiskirin. Ji bo aliyê reel van diyardeyan qîm û têrê dikir. Lê rast nîne ku ez bibêjim, em temamî ji vê piştrast bûn. Me ev li gorî pîvanê qebûl kiribû. Wexta ku wisa dibû, min xwe û me xwe bi temamî bi awayekî dogmatîk li şêwazê xwezayî yê herikîna jiyanê nedigirt. Her ku biçûya wê ev aliyê me pêş biketa û wê vê yekê cudahiya me ji yên din diyar bikira.

JINÛVE ŞÎROVEKIRINA PKK

Her tim tehlûke heye ku pîvan mirov bibin dogmatîzmê. Li ser me jî bandora dogmatîzmê demeke dirêj dewam kir û hê jî mirov nikare bandora wê piçûk bibîne. Lê ji ber ku bi sînor be jî deriyên me li îzafiyetê vekirîbûn, vê yekê em ji tehlûkeyên dogmatîzmê diparastin. Mirov felsefeya îzafiyetê bi temamî ji para obje-sûbje ya di heqîqetê de mehrûm neke û li ser bingehê dijberiyê firsend nede mutleqiyetekê û bi kar bîne, mirov dikare xwe bigihîne şîroveya herî mezin a heqîqetê û di her şert û mercê krîtîk de mirov dikare serî li wê bide û ji bo serketinê gav biavêje û ji bo mirov azad bibe derfet û îmkan bibîne. Eger em îro li rabihuriyê vedigerin û hewl didin PKK’ê ji nû ve şîrove bikin, ev bi saya veguherîna felsefî ye ku cihêkirina obje-sûbjeyê mutleq nake û bi îhtîmam hewl dide xwe jî mutleq neke. Divê mirov veguherîna felsefî ya ji cihêkirina obje-sûbjeyê dibihure piçûk nebîne. Bêyî ku mirov bi ber bayê postmodernîst bikeve, şîroveyên felsefê yên Marksîst ên di bingehê modernîteya kapîtalîst de jî di navê de, divê mirov ji hemû versiyonên wê bibihure û ev tê wê maneyê ku şoreşa herî mezin a fikrê pêk tê. Bêguman em hê li serê vê şoreşa fikrê ne. Lê dîsa jî mirov nikare encamên pratîk ên vê şoreşê piçûk bibîne. Di vê çarçoveyê de mirov PKK’ê ji nû ve şîrove bike, mirov tespît bike ku di sere salên 1970’î de xwe sipartiye kîjan hêmanên çanda maddî û şertên kîjan dinyayê, dîsa di heman demê de bi kîjan formên bingehîn ên bîrbirin, rêxistin û çalakiyê rabûye û kîjan çanda manewî kiriye bingehê xwe; tespîtkirina van hemûyan ne bi tenê wê bibe sedem ku em Tevgera PKK’ê rast nas bikin, em ê rola wê ya roja me ya îro jî bêhtir zelal bikin.

MIROV NIKARE ENCAMÊN PRATÎK ÊN VÊ ŞOREŞÊ PIÇÛK BIBÎNE

Mirov felsefeya îzafiyetê bi temamî ji para obje-sûbje ya di heqîqetê de mehrûm neke û li ser bingehê dijberiyê firsend nede mutleqiyetekê û bi kar bîne, mirov dikare xwe bigihîne şîroveya herî mezin a  heqîqetê û di her şert û mercê krîtîk de mirov dikare serî li wê bide û ji bo serketinê gav biavêje û ji bo mirov azad bibe derfet û îmkan bibîne. Eger em îro li rabihuriyê vedigerin û hewl didin PKK’ê ji nû ve şîrove bikin, ev bi saya veguherîna felsefî ye ku cihêkirina obje-sûbjeyê mutleq nake û bi îhtîmam hewl dide xwe jî mutleq neke. Divê mirov veguherîna felsefî ya ji cihêkirina obje-sûbjeyê dibihure piçûk nebîne. Bêyî ku mirov bi ber bayê postmodernîst bikeve, şîroveyên felsefê yên Marksîst ên di bingehê modernîteya kapîtalîst de jî di navê de, divê mirov ji hemû versiyonên wê bibihure û ev tê wê maneyê ku şoreşa herî mezin a fikrê pêk tê. Bêguman em hê li serê vê şoreşa fikrê ne. Lê dîsa jî mirov nikare encamên pratîk ên vê şoreşê piçûk bibîne. Di vê çarçoveyê de mirov PKK’ê ji nû ve şîrove bike, mirov tespît bike ku di sere salên 1970’î de xwe sipartiye kîjan hêmanên çanda maddî û şertên kîjan dinyayê, dîsa di heman demê de bi kîjan formên bingehîn ên bîrbirin, rêxistin û çalakiyê rabûye û kîjan çanda manewî kiriye bingehê xwe; tespîtkirina van hemûyan ne bi tenê wê bibe sedem ku em Tevgera PKK’ê rast nas bikin, em ê rola wê ya roja me ya îro jî bêhtir zelal bikin.

WEKE PKK BINAVKIRIN Û ÎLANKIRIN, YA RASTÎ DAWIYA DEMEKÊ BÛ

Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a riya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tine bû. Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibûn kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Ji ber ku bi tenê nehat gotin; bi gelek çalakiyan di zikhev de pêk hat. Ji şert û mercên berbiçav ên heyî mebest ew e, ji nava bajar, çîn û dewleta netewe li ser navê çîna ‘karker’ gav tê avêtin. Asta teorî û pratîkê li gorî vê bû. Gelek komên din bi heman rengî hebûn. Lê ti ji wan bi qasî koma me nikarîbû şoreşgertiyeke komple di kesayeta xwe de berbiçav bike. Ji ber vê, di dema darbeya eskerî de bêtevdîr hatin zevtkirin.

EGER BI SERNEKETA JÎ WÊ DI DÎROKÊ DE WEKE MÎRASEKE BAŞ BIMANA

Dema ku me navê PKK’ê li xwe danî û hêjayî xwe dît, ya rastî di mecala dawî de me li ser navê namûsrizgarkirinê gavek diavêt. Eger bi serneketa jî wê di dîrokê de weke mîraseke baş bimana. Pêvajoya hîcretê ya ber bi Rojhilata Navîn ve, hem şens dida me ku em bibin rêxistin, hem jî rê dida me ku em karibin pêre şerekî gel ê bi rêkûpêk bimeşînin. Çawa ku min diyar kir, mîna qebîleyên Ibrî bûn, Mûsa ew bi zor û zehmetî dimeşand, dikir nedikir ji îbadetkirina Golika Zêrîn qut nedibûn ango ji wê jiyana têde xerîbketibûn û bibûn heyranê wê bi ti awayî qut nedibûn. Herçiqasî şens çêbibûya û herçiqasî ez weke Mûsa biqîriyam jî peyama me mîna leylana li çolê dima. Sebir (xweragirtin) û înad (rik) bibûn du sîlehên min ên mezin. Min tîpolojiya rêxistina modernîst danîbû aliyekî û ez li zimanê axê û xwecihiyê vegeriyabûm. Min badilhewa behsa vegera li jiyana pêxemberan nedikir, min bi armanca xwepîrozkirinê ev nedigot. Min ji bo xwe bigihanda zimanê heqîqetê, min serî li vê rêbazê dida.

ÇIMA ENQERE?

Dendika PKK’ê li Enqereyê hat danîn û ev jî bi awayekî tîpîk nîşana polîtîkayên mêtingeriya klasîk in. Li gelemperiya dinyayê di çarçoveya têkiliya mêtingeh-metrepol de gelek mînakên bi heman rengî pêk hatine. Min hewl diyar bikim ku derketin û gavavêtina ji Enqereyê bi êş û jan bû. Eşkere ye ku ev yek ji pêvajoyên herî zor û zehmet bû. Ez dema behsa zor û zehmetiyê dikim, mebesta min hêza çor û qebe nîne, ji ber xweseriya faşîzma Tirkê Spî, ji ber atmosfera wî ya çanda derûnî ya bêhnê li mirovan diçikîne, zor û zehmet bû. Çiqasî ketina wir zehmet bû, derketina ji wir jî ewqasî zehmet bû. Gelekî girîng bû ku bi kîjan ruh û çandê gav hatibûn avêtin. Faşîzma Tirkê Spî di warê qirkirina çandî de bi serketina xwe şa dibû û di nava vê rewşê de me gav diavêt, me di vê rewşê de tevgera neteweyî ya Kurd vejand û ev bûyer dişibiya sax derxistina mirî ji qebrê. Wekî din vê rewşê gotina “Canê nehatibe stendin hêvî jê nayê qutkirin” dianî bîra mirov. Nexweşê me ruh pê ve dihat û nîşaneyên vê yekê xuya dikirin. Lewma wezîfeya me ya bingehîn bû ku em nexweşê xwe bibin devereke din, bibin cihekî ku lê karibe bi sihet bi ser xwe ve bê. Rewşa me ya li Ûrfayê dişibiya nexweşiya Eyûp Pêxember jî û lewma terk-î diyar alternatîfa herî lezgîn a li pêşiya me bû. Ji bo xebata stratejîk me herêma herî germ a Rojhilata Navîn hilbijartibû û têkiliya vê jî bi armancê re li hev dikir. Gelek hêzên bi heman rengî derketibûn Ewrûpayê. Ji bo xebatên şoreşgeriyê Ewrûpa ji zû ve rola navendbûnê ji dest da bû. Bav û diya modernîteya Tirk bû ku kiribû bela. Şoreşgerên li Tirkiyê xwestin bi lêdanê terbiye bikin, li Ewrûpayê bi dermankirina derûnî wê wan islah bikirana. Karîbûn li Ewrûpayê bixebitin, lê destûr tine bû ku Ewrûpayê bikin navenda stratejîk a xebatê.

ANHA