​​​​​​​​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-11-2021

​​​​​​​​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-11-2021
24 mijdar, 2021   00:00

-Yekitiya Rewşenbîr û Yekitiya Parêzeran ên herêma Cizîrê berê xwe didin konê çalakiyê ya li deriyê Sêmalkaiyê da ku siyasetên PDK’ê ku cenazeyên şehîdan radest malbatên wan nake, şermezar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê kongreya xwe ya 7’an li dar dixin. Saet 09:30 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-“Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’yan de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband.” (BI WÊNE)

-Berdevkê rûspiyên Minbicê Mihemed Saqid El-Isêdî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li çiyayê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û teqez kir ku divê dewleta Tirk li ser bikaranîna çekên kîmyewî were cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Hin malbatên çeteyên Roj anî ziman ku ENKS bi xwe bi Tirkan ve girêdayî ne û zarokên wan jî ji bo dewleta Tirk bi kar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

-"PKK`ê di dilê me de hêz, vîn û mirovahî çand. Li şûna tirsê cesaret di dilê me de ava kir û li şûna lawazbûn jêrbûn vejand." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ekonomîst Ozgur Muftuoglu diyar kir ku AKP hewl dide bi daneyên şaş rewşa xirab a aboriya Tirkiyê wekî ku baş be nîşan bide û got "Çi qasî hewl bidin rewşa xirab a aboriyê binixumînin jî, mirov rastiyê di jiyana xwe de dibînin." (BI WÊNE)

JIN

-Kongreya Star li bajarokê Mexrom, bajarokê Şedadê û kampa Waşûkanî yên kantona Hesekê semîneran ji şêniyan re li ser tundiya li dijî jinê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dar dixe. Saet 13:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclis Perwerdê ya Jinan panelekê li ser sosyolojiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bîlançoya sûcên li dijî jinan di 3 salên dawî de û çareyên ji bo têkbirina diyardeya tundiyê li dar dixe. Panel bi diruşma "Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar dikeve. Saet 09:30. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê semînerekê ji mêrên navçeyê re li ser tundiya li dijî jinê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan li dar dixe. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji fermandarên YPJ'ê Zinarîn Qamişlo got: " YPJ'ê xak û jin parastin, jin vegerandin cewherê wê yê rasteqîn û şerê zihniyeta baviksalar dike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Piştî qutbûna ku deh salan berdewam kir, hate ragihandin ku  dê Welîahdê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid Al Neheyan serdana Tirkiyê bike. Li ser mijarê pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris diyar kir ku dosyayên Sûriyê, Lîbya û Iraqê di mijarên sereke yên nîqaşê bin û got bawerî bi sozên Tirkiyê nayê kirin û delîlê vê yekê nexşeya xewnên neviyên Osmaniyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbespiyê bi boneya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê meşeke piştgiriyê li dar dixe. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Di roja 5’an de çalakiyên Mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê berdewam dikin. saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA