Welatparêzekî kevn: PKK bandoreke mezin û erênî kir

PKK`ê di dilê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û di serî Kurd de hêz, vîn û mirovahî çand û bi fikrê rêber Ocalan û berxwedana têkoşerên destpêkê yên partiyê, hêviyên jiyaneke nû di wan de ava kir û tirs veguherand cesaretê.

Welatparêzekî kevn: PKK bandoreke mezin û erênî kir
24 mijdar, 2021   05:14
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikeve sala xwe ya 44`an. PKK'ê 27`ê Mijdara 1978`an li Bakurê Kurdistanê ji aliyê komeke xwendekarên şoreşger ve bi serkêşiya rêber Abdullah Ocalan hate damezirandin.

Bi damezirandina PKK`ê û hatina rêber Ocalan a Sûriyê re di sala 1979`an de, fikrên PKK`ê bi awayekî berfireh di nava civaka Sûriyê de belav bû, rêxistina wê berfireh bû nexasim li Rojava. Ciwan ref bi ref tev li partiyê bûn û beşeke mezin ji civakê tev li têkoşîna rizgariyê bû.

Bi wesîleya salvegera 43`an a damezirandina PKK`ê, ji welatparêzên destpêkê rewşenbîrê Kurd Ezîz Elî bersivên pirsên ANHA'yê da.

Hevpeyvîn wiha ye:

We çawa PKK`ê û endamên wê nas kir?

Sala 1987`an min PKK`ê nas kir. Beriya ku ez wê nas bikim ez endamekê Partiya Komunîst bûm. Piştî nakokiyan bi partiyê re min dev jê berda. Piştê wê min bihîst ku partiyeke din bi navê PKK`ê heye. Wê demê nêrîna min li ser partiyên din ên li herêmê hebû. Lê me tu hêvî ji wan ne dikir. Ji ber ku me tiştekî cûda dixwest. Hemû partiyan şerê PKK'ê dikir û li dijî wê disekinîn. Ji ber vê yekê jî min meraq kir ku ez zêdetir vê partiyê nas bikim, min texmîn dikir ku wê partiyeke rastir û xurttir be. Wê demê min û hevalê xwe Ebdulwehab Îbrahîm lêkolîn kir û me şehîd Ezîz û Ziyad Xelo nas kirin.

Dema ku me ew şehîd nas kirin û hin hevalên din ên ku heya niha têkoşîn dikin dîtin, me rastiya ku ji salan ve windayî bûye, rastiya Kurdistanê û rastiya dijminê xwe nas kir û em hîn bûn ku çawa ji bo welat bixebitin.

Civîna yekemîn bi endamên PKK'ê re çawa bû, hûn bi çi bandor bûn?

Destpêkê min endamên partiyê bi awayekî veşartî nas kir. Fikir û felsefeya wan cûda bûn û bandora vê yekê li min xurt bû. Ew partiyeke siyasî ye, lê li aliyekî din nêzîkatiyên wê yên çandî û exlaqî nêzî yên pêxeberên civakê bû. Vê yekê jî girêdaneke xurt li gel min çêkir û bandor li kesayeta min kir.

Nêzîkatiyên vê partiyê di danûstandina bi gel re çawa bû û aliyê ku zêdetir we jê hez kir çi bû?

 PKK'ê li ser exlaq û pîvanên xwe yên danûstandinên bi kesan re hate avakirin. Li ser esasê keda ku her kes dide nîqaş û biryar dide. Her wiha mirov bi keda ku dide û li gorî çand û exlaqê wî/ê dinirxîne. Bi vê yekê bandoreke mezin ava kir û gelek kes bi xwe ve girêda. PKK'ê her tişta ku dibêje, pêk tîne. Ji ber wê jî bandorke mezin û erênî li min kir.

Gelo wê demê partiyên din hebûn û çi cûdahiya PKK'ê ji partî û rêxistinên din ên siyasî çi ye?

Ji sala 1957'an ve partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê hene, wê demê ji aliyê gelek kesayet û rewşenbîran ve mîna Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û Cegerxwîn û gelek rewşenbîrên din ve dihatin birêvebirin ku ji bo doza kurdî kedeke mezin dan. Lê mixabitin ji ber sedemên kesayetî û ne neteweyî ew partî parçe bûn.

Partiyên wê demê nikaribûn nûnertiya rastiya civakê bikin û nikarîbûn ji bo civakê, rêxistin û pêkanîna xwestekên wê bixebitin. Lê belê bi awayekî teng dixebitîn û bandora wê li civakê tune bû.

Wan partiyan bang û hêvî ji civaka navneteweyî dikir. Lê PKK`ê her tim digot ji bilî kurdan tu hevalên kurdan tune ye. Divê em ji bo azadiya gelê xwe bixebitin û girîngiyê bidin hêza xwe ya xweser.

Fikirên PKK`ê ji partiyên din cûda ye. PKK'ê girîngî dida perwerdekirina civakê,  ji destpêka damezirandina wê û heta niha ve karîbû gundî û şivanan veguherîne kesên şoreşger û siyasetmedar ku girîngiyê didin netewe û doza xwe û civakê bi awayekî mezin pêş bixin. Ya ji vê girîngtir rola mezin a jinê di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de bû ku bi rêya wê civak û pêkhateyên wê pêş ketin. Ji pîvan û rêgezên sereke yên partiyê ku bêyî azadiya jinê civak yan jî Kurdistanê nayê rizgarkirin. Ji ber vê mijarê partiyên din qerfên xwe pê dikirin û digot jin jin e û mêr mêr e û cûdahiyeke mezin di navbera herdu zayendan de heye.

Rêber Abdullah Ocalan bi rêya PKK`ê ne tenê jin rizgar kir, heman demê ew kir pêşenga civakê. Em dibînin ku îro jî jin roleke sereke di şoreşa Rojava de dilîze.

Gelo hûn ji girêdana bi PKK`ê ve ditirsiya, hikumet bi têkiliya wl ya bi PKK're hesiya, gelo ji ber van têkiliyan hûn hatin girtin?

Di wê demê de tirs û xeteriya ji rêjîma Baas zêde bû. Lê vê yekê em ji xebatên me yên neteweyî dûr nexist. Tevî vê yekê jî diviyabû ku em baldar bin û hişyar bin. Em gelek caran di şaxên ewlehiyê de hatin sekinandin û bi saet û rojan lêpirsîn bi me re hate kirin.

Wan şaxan hewl da me dûrî tevgerê bixin. Lê nikarîbû armacên xwe pêk bîne. Di sala 1994`an de ez ji aliyê şaxê ewlehiya siyasî ya girêdayî hikumeta Şamê ya bajarê Hesekê hatim girtin. Ez du mehan girtî mam. Paşê em birin girtîgeha mezin a bajar. Binpêkirineke mezin û îşkenceyeke fîzîkî û piskolojîk li me dikirin.

Lê me li hember hemû rêbaz û  şêwazan li ber xwe da. Me berxwedana Mezlûm Dogan, şehîd Xeyrî û Kemal bi bîr dianî. Wan şehîd û têkoşeran li hember dewleta Tirk a faşîst li ber xwe didan û dirûşmeya wan jî berxwedan jiyan e bû. Bandora wan li berxwedana me mezin bû.

Ji ber têkiliyên we bi PKK`ê re danûstandina cîranan bi we re çawa bû ?

Ji ber ku me bi endamên PKK`ê re kar dikin û ruxmî tirsa ji Baasê, malbat û cîran rêz û hurmet ji me re digirtin. Di aliyê fikir de em ji hev cuda bûn. Di hin deman de bi me re nakok bûn. Lê ruxmî wê jî ji ber ku me têkoşîneke siyasî ya xurt ji bo berjewendiyên hemû pêkhateyan dikir, rêz ji me re digirt.

Cara yekemîn we şervanên jin dîtin hestên we çi bûn? Rastiya berxwedana jinên kurd li çiyayên Kurdistanê û şerê wan ê ji bo gel, çawa bandor li we kir? Wê demê behsa çi dihat kirin?

Bi rastî ez nikarim wê hestê bînim ziman. Ev gav ne tenê cihê kêfxweşiyê bû, lê belê bi vê gavê re xewn û hêviyên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, bi dehan nivîskar û rewşenbîrên kurd pêk hatin ku derbarê azadiya kurd, Kurdistanê û jinan de dinivîsandin.

PKK`ê xewnên wan rewşenbîr, nivîskar û rexnegiran pêk anîn. Ji ber ku berxwedana destanî ya jinan li çiyayên Kurdistanê û şerê ku bê tirs dimeşand, li ser zimanan bû û cihê kêfxweşî û serferaziyê bû.

Gelo we rêber Abdullah Ocalan dît? Hevdîtina we pê re çawa bandor li we kir?

Erê min 3 caran rêbertî dît. Cara yekemîn sala 1990`î li Lubnanê bû. Dûre sala 1991`an dîsa min li Lubnanê dît. Sala 1995`an min ew li Şamê dît. Dîtina wî mîna henasekirina giyeneke nû di laşekê de bû yan jî avdana guleke tî bû.

Ne tenê kurd, di heman demê hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn ji rêber Abdullah Ocalan hez dikin. Ji ber ku banga parastina çand, resenî û destkeftiyên wan dike. Rêbertî ji bo xilaskirina hemû civakan ji pergalên desthildatdar tê dikoşe.

Divê hemû kesên ji mirovahî, çand, civak û azadiya xwe hez dikin, ji rêber Abdullah Ocalan jî hez bike. Ji ber ku rêbertî van hemûyan temsîl dike û ji bo wê jî tê dikoşe.

Wê wextê pîvanên kurdiyatî û nîştimanî çawa bûn, gelo niha cudahî çêbûye lê na? Hûn çawa li welatparêziya PKK`ê dinêrin û divê çawa be?

Pîvanên kurdiyatiyê yên wê demê pir sade bûn. Wê demê tenê dema mirov kovarek an jî rojnameyek dixwend, ji xwe re digot welatparêz. Lê PKK`ê li gorî pîvanên kurdiyatî yên rast dimeşe. Li gorî perspektîfên wê, divê berî her tiştî mirov erdnîgariya Kurdistanê, berhemên wê, dîroka kurd û Kurdistanê nas bike.

Welatparêziya rast ew e ku em welatên xwe nas bikin û ji bo wê tê bikoşin. Welatparêziya PKK`ê wisa ye. Endamên wê dev ji her tiştî berdan, bi ruheke welatparêz a bilind û bi israreke mezin li ber xwe didin.

Bi nêrîna we bêyî PKK`ê wê doza kurdî çawa bûya?

Piştî Peymana Sykes-Picot û parçekirina Kurdistanê, pergalên serdestên Kurdistanê bi hemû rêbazan hewl dan kurdan û doza wan tune bikin. Enfal û Helebçe, darvekirinên domdar ên li Rojhialtê Kurdistanê, komkujiyên Agirî, Dersim ku bi hezaran kurd li ser destê rejîma Tirk şehîd bûn mînakên vê yekê ne.

Di wê demê de dewleta Tirk qurbaniyên wan komkujiyan bi awayekî komî veşartin û li ser gora wan nivîsand: “Xewna Kurdistanê li vir hat veşartin.”

Lê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ev doz ji bin gorê derxist. Bi fedekariyên xwe doza kurd niha li ser masaya diyalogan e. Cîhanê pê diaxive da ku çareser bibe. Bêyî PKK`ê doza kurd û heta aloziyên li Rojhilata Navîn çareser nabin.

Dema hûn navê gerîla dibîsin hûn çi hîs dikin?

Dema navên wan dibisîm, em pê dihesim ku kurd xwedî hêzekê ne û me ji dijminan diparêzin. Ez bi wan serbilind im.

Piştî ku we rêgez û fikirên partiyê nas kir, hûn dikarin ferqa ku PKK`ê di kesayeta we de çêkiriye ji me re şîrove bikin?

Dema min PKK'ê nas kir, min daxwaza xwe tê de dît. PKK'ê rastiya her ferdekî derxist û kesayeta wî/ wê xurt kir. Bi saya vê partiyê em bûn xwedî kesayet, vîn û fikirek azad. Bi wê em dikarin rabin û li ser rêya azadiyê bimeşin.

Hûn bi kijan endam û şehîdên partiyê bandor bûn? Hûn çawa dikarin vê bandorê ji me re şîrove bikin?

Ez bi şehîdên destpêkê yên PKK`ê mîna Mezlûm Dogan, Ferhad Kurtay, Akif Yilmaz, Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr û gelek têkoşerên destpêkê gelek bandor bûm. Her wiha piştî wan şehîdên mîna Rustem Cûdî jî bandor li min kir. Hemû şehîdên vê partiyê bandor li mirovan dikin.

Ez nikarim vê bandore bi gotinan bînim ziman, ji ber ku ev bandor ji me qut nabe. Bi saya wan destkeftî tên bidestxistin û pêşketin çê dibin. Ji ber fedekariya wan, ev ruhê welatparêzî û neteweyî li cem me heye.

Ruhê ku PKK`ê di we de afirandiye çawa jiyana we guhert? Gelo ev guhertin erênî bû? Hûn çawa dikarin ji min re bi kurtasî pênase bikin?

PKK`ê di dilê me de, hêz, vîn û mirovahî çêkir. Hêvî û vejîn çand. Her tişt li dora me zindî kir. Li şûna tirsê cesaret di dilê me de çand û li şûna lawazbûn jêhatîbûn vejand. Ev yek bi awayekî erênî bandor li hemûyan kir.

Rola ku PKK`ê ji bo doza kurd lîstiye çi ye? Heta kijan astê karî dengê gelê kurd bigihîne raya giştî?

Beriya derketina PKK`ê em ji nav wan gelan bûn ku ne li gorî asta dewletên cîhanê bûn. Lê niha ji ber ku em ji bo hemû gelan li cîhanê li ber xwe didin, êdî cîhan li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, yekitiya pêkhateyên wê, çawa saziyên xwe yên sivîl, leşkerî, aborî û çandî ava kirin, şaş maye.

Niha navên şehîd û têkoşerên me li zarokên civaka rojavayî tên kirin. Cilûbergên YPJ`ê li xwe dikin ku bi rêya wê piştgiriya xwe ya bi destanên şervanên me rave dikin.

 (bx- şx)

ANHA