Li Kobanê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin

Şêniyên navçeya Qenayê ya kantona Kobanê salvegera 43`iyan a damezirandina PKK`ê bi şahiyekê pîroz kir.

Li Kobanê salvegera damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
23 mijdar, 2021   14:02
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Qenayê ya rojavayê kantona Kobanê şahiyek li dar xist.

Bi sedan şênî, endamên saziyên navçeya Qenayê û nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Navçeya Qenayê Suad Eldemer axivî û salvegera 43`iyan a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê kurd pîroz kir û got: “Heta em gihaştin vê astê rêber Abdullah Ocalan gelek zehmetî kişandin.”

Suad Eldemer wiha domand: ”Dewleta Tirk a dagirker gef xwar ku dê şoreşa Rojavayê Kurdistanê tune bike. Lê ev şoreş bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gelê herêmê planên dewleta Tirk têk birin.”

Paşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û got: “Hêzên li cîhanê berpirsên rijandina xwîna gelê kurd in. Ji bilî PKK`ê dostên me tune ne. Divê em her tim li ser rêya şehîdan bin. ”

Derwîş wiha berdewam kir: “Çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla bi kar tîne çekên hêzên cîhanî ne ku behsa parastina mafên mirovan dikin. Ev yek ji me re piştrast dike ku dostên gelê kurd tune ne. Ji bo ku rêbertî azad bibe divê em pişta xwe bidin xwe.” 

Ehmed Derwîş di dawiyê de gotina rêber Abdullah Ocalan “Me bi ciwanan destpê kir û em ê bi ciwanan ser kevin, berz kir.”

Piştî axaftinan ciwanan li ber stranan govend gerandin.

Tê destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger wê rêzeçalakî li deverên herêma Firatê li dar bixin. Duh mîna vê şahiyê li gundê Qeremoxê yê rojhilatê Kobanê li dar ketibû. Tê payîn sibe şahî li navçeya Sirînê li dar keve.

(şx)

ANHA