​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ji bo valakirina balafirgeha T4 Rûsya û Îranê li hev kir

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa Sûriyê, Lîbyayê û hilbijartinên Iraqê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ji bo valakirina balafirgeha T4 Rûsya û Îranê li hev kir
23 mijdar, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

LI SER VALAKIRINA BALAFIRGEHA T4 RÛSYA Û ÎRAN LI HEV KIRIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat derbarê rewşa Sûriyê de wiha nivisî: “Duh eşkere bû ku hewldanên Moskovê bi serketin ku îranî îqna bike ji balafirgeha T4 a li nêzî Humsê vekişin. Pasdarên Îranê çekên giran kişandin da ku balafirgehê vala bikin ku ji bo tevgerên Îranê yên li Sûriyê ciheke stratejîk bû. Ruxmî ku hevrikî di navbera Rûsya û Îranê de li ser kontrolkirina balafirgehê kevn e, lê diyar e ku Moskovê sûd ji êrişên Îsraîlê yên domdar girt da ku Îran neçar bibe jê vekişe.

A balkêş ew e ku hemwextî valakirina balafirgehê, şandeyeke Rûsyayê serdana Tehranê kir ku ji serokatiya Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev, cîgirên wezîrê karên derve Sergey Vershinin û gelek rayedarên leşkerî yên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê pêk dihat.

Lê Rûsya û Îranê di daxuyaniyên xwe de behsa mijara valakirina balafirgeha T4 nekir. Ji dema serdanê ku hemwextî valakirina balafirgehê pêk hatî, bi taybet piştî serdana şandeya Rûsyayê ya Şamê, diyar dibe ku Moskovê fişar kir da ku têgihiştinek di vî warî de çêbibe.

LÎBYA LI GEL NAKOKIYAN QEYDKIRINA NAMZETAN RAWESTÎ

Girêdayî rewşa li Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Duh li Lîbyayê qeydkirina nemzatan rawestî. Tê payîn ku komseriya bilind a serbixwe ya hilbijartinên îro kongereyekê li dar bixe da ku xalên li ser rageşî hene û gavên bê şîrove bike.

Hisên El-Qatranî cîgirê serokê meclisa wezîran a herêma Birqayê got erkên hikumeta Wihde El-Weteniye dê di dawiya Kanûnê de bi dawî bibe, eger dema hilbijart di wexta wê de li dar nekevin. Her wiha piştrast kir ku saziyên ewlehiyê û Wezareta Karên Hundir ê rojhilatê Lîbyayê amade ye hilbijartinan biparêzin.

Li gorî çavkaniyên agahdar, metirsiyên cidî têkidlarî hilbijartinan hene. Hek Xelîfa Heftar an Seyfulîslam El-Qezafî di hilbijartinan de bi ser kevin, rêveber û milîsên li rojavayê welêt dê bi encamên hilbijartinan îtîraf nekin. Li aliyekî din heke El-Debîbe bi serkeve rojhilatê Lîbyayê dê bi vê yekê îtîraf neke.”

DESTEYA HILBIJARTINAN A IRAQÊ GUH DA HEŞD EL-ŞEBÎ Û DÊ DÎSA DENG BIJMIRÊ

Derbarê hilbijartinên li Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku wê careke din dengan bijmirê. Li gel ku hêvî tune ye tu guhertinên cewherî çê bibin, xuyaye ku desteyê guh da Heşd El-Şabî û dîsa dest bi jimartinê kir.”

(şx)