‏‛Divê li hember gef û êrişên dewleta Tirk em yekitiya xwe xurt bikin’‏

Gelek endamên Meclisa Rûspiyên herêma Firatê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dewleteke terorîst e û ‎bi êrişên xwe yên digel bêdengiya navneteweyî de armanc dike ku kurdan tune bike. Her ‎wiha bang li gelê kurd kir ku li hember gef û êrişên dewleta Tirk bibin yek û hevgirtî bin.

‏‛Divê li hember gef û êrişên dewleta Tirk em yekitiya xwe xurt bikin’‏
23 mijdar, 2021   05:11
‏KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di demên dawî de li hember sûcên dewleta Tirk ên bênavber ên li dijî herêmê bertekên gelê Kurd zêde dibin, bi taybet hedefgirtina welatiyan bi rêya balafirên bêmirov.

Piştî rayedarên dewleta Tirk gefên dagirkirina herêmên din ji Sûriyê xwarin êriş û gefên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, bi wê re bertekên gelê Kurd zêde bûn.

Her wiha bangawaziyên ji bo gel ku xwe bi rêxistin bike û li dora Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bicive bilind bûn, ji wê zêdetir jî bang li partiyên Kurd hat kirin ku bibin yek û bersiva êrişên dewleta Tirk bidin.

‛DEWLETA TIRK DI CÎHANÊ DE BÛYE DEWLETEKE TERORÎST’

/kr/uploads/files/2021/11/22/200834_-.webp

Têkildarî vê yekê endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriye û endamê Meclisa Rûspiyên herêma ‎Firatê Hec Salih Hec Mislim diyar kir ku dewleta Tirk û di serî de AKP’ê rejîmeke faşîst, dîktator û neteweperest e û dijberiya gelê Kurd dike û wiha got: "Ew îdîa dike ku ew hikumeteke îslamî ye. Lê di rastiyê de olê ji bo parastina neteweperestî û dîktatoriya xwe bi kar tîne û armanc dike ku her kurdekî/ê li cîhanê tune bike."

‏Hec Mislim wiha domand: "Em bi mirovahiyê giştî difikirin û hewl didin aştî û armanca me aştî û aramî ye, berojava hewldanên dewleta Tirk ên qirkirinê ye. Di vê dawiyê de dewleta Tirk welatî bi balafirên bêmirovî hedef girtin."

Hec Mislim da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin tirsê bixin nava şêniyan û digel bêdengiya navneteweyî de sûcan li dijî şêniyan pêk tîne.

‏Hec Mislim diyar kir ku dewleta Tirk bûye dewletek terorîst û ji ber vê yekê divê tevahî dewlet li ‎hember sûcên wê bisekinin û sînorekê jê re deynin yan hî bêdengiya wan wê bibe hevkariya di sûcên dagirkeriyê de.

Hec Mislim pirs kir ku gelo çima ewqas bêdengî li hember sûcên dewleta Tirk? Ger ev sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên li dijî dewletên bê deng in pêk bihata, gelo ew ê bê deng bimana?

Hec Mislim wiha dawî li gotina xwe anî: "Heke dewleta Tirk dixwaze desthilatiya xwe ya osmanî ji nû ve vejîne, tu kes ji şêniyên herêmê ji biçûk û mezin wê qebûl nakin."

‏‛DIVÊ LI HEMBER ÊRIŞ Û GEFÊN DEWLETA TIRK YEKITÎ XURT BE’

/kr/uploads/files/2021/11/22/200913_-.webp

Li aliyekî din jî endamên Meclisa Rûspiyên herêma Firatê Şêxo Zêdan Temo wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê hedefgirtina kurdan û qirkirina wan e."

Temo bang li gelê kurd kir ku li her deverê serî li hember gef û êrişên ‎dewleta Tirk hilde, derkeve qadan û çalakiyan orgenîz bike.

‏Temo bang li gelê kurd kir ku yekitiya xwe ava bike, da u li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin û wiha domand: "Dema dewleta Tirk êrişê herêmê dike tu cudahiyê naxe navbera tu kesî. Ji ber wê divê tevahî li dijî van êrişan bibin yek û bi yek dengî di civînên navneteweyî biaxivin ku doza Kurd çare bikin."

Temo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide beriya 2023’yan de herêmê dagir bike, di wê salê de peymana Lozanê ya sedsalî temam dibe, da ku ji nû ve Kurdistana parçekirî dagir bike. Li ser vê yekê divê kurd bi lez yekitiya xwe xurt bikin û çareyekê ji doza xwe re bibînin.

Şêxo Zêdan Temo diyar kir ku divê tevahî li kêleka hêzên leşkerî bisekinin, xwe bi rêxistin bikin û li hember dagirkeriyê tê bikoşin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Mîna çawa tevahî kurdistaniyên li cîhanê û gelê Kurd bi şêniyên Kobanê re li dijî DAIŞ’ê sekinîne û ew di Kobanê de şikandine, divê gelê Kurd yekitiya xwe xurt bike û li hember êrişên dagirkeriyê bisekine."

‏‎(dm)

 ‎ANHA