Ji Dayikên Şemiyê heta dayikên Sêmalkayê

Ji Dayikên Şemiyê heta dayikên Sêmalkayê
23 mijdar, 2021   01:46

RAUF KARAKOÇAN

Hewldana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, li gel êrişên PDK'ê ev 7 meh dewam dike. Hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê ya stratejîk hewl dide bi plana tesfiyekirina PKK'ê encamekê bi dest ve bîne. PDK’ê di hemû qonaxên vê plana êrişê de bi awayekî çalak cih girt.  Cara yekemîn Zînê Wertê hêzeke leşkerî bi cih kir û li dijî gerîlayên PKK'ê helwest nîşan da. Piştre di encama îstîxbarata ku dabû dewleta Tirk de 3 gerîlayên jin roja 15'ê Nîsanê di êrişa hewayî ya li hemberî heman herêmê de şehîd bûn. Tevî provakasyonên li gelek herêman jî bi saya nêzîkatiyên hişmend ên PKK'ê  pevçûneke yekser çênebû.

Êrişên PDK'ê bê navber dewam kirin. Di encama van êrişên kirêt de, di 28'ê Tebaxa 2021'an de li herêma Xelîfanê 7 gerîla şehîd bûn. Tev li êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bû û bi vê yekê şer îlan kir. Bi propagandayeke reş ku li heman navendê hat amadekirin, ji bo tesfiyekirinê kampanyayek dan destpêkirin. Bi dewamkirina êrişên xwe yên li hemberî PKK'ê re, hema hema her tişt, heta berpirsyariya penaberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê jî xwestin bixin stûyê PKK'ê.  Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi zimanê rayedarên dewleta Tirk axivî û asta van sûcdariyan girantir kir. Heke dibêjin dê berpisyariya kiryarên xwe biavêjin ser PKK'ê û pê gel bixapînin, ev şaşiyeke mezin e.

Di nava wan gerîlayan de ku ji aliyê PDK'ê ve li Xelîfanê hatin şehîdkirin, 2 gerîlayên ji Rojava jî hebûn û hewldanên malbatên wan ên ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe, bê bersiv man. Ji bo şermezarkirina komkujiyê û wergirtina cenazeyan li dergeha Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar xistin. Tevî ku ji 5'ê Cotmehê ve çalakî dewam dike jî, berpirsyarên komkujiyê tu daxuyanî nedane û ji bo bicihanîna daxwazên mirovî yên dayikên xemgîn jî tu gav neavêtine. 

Çalakiya li Sêmalkayê, çalakiya Dayikên Şemiyê tîne bîra me. Sûcên ku dewleta Tirk di salên 1990'î de di şerê li dijî PKK'ê de kirin, ji nû ve zindî bûn. Bi pêşengiya dayikan ji bo bi hezaran kuştinên kiryarên wan nediyar û hînbûna aqûbeta zarokên xwe, berxwedaneke bêdeng û pasîf hat destpêkirin. Ji bo ku li aqûbeta zarokên xwe bipirsin her şemî hatin cem hev û wek Dayikên Şemiyê hatin binavkirin. Bû çalakiya herî demdirêj a li dijî dewleta Tirk a faşîst. Çîrokên gundên hatine şewitandin, bîrên asîdê, îşkence, windahiyên di dema destgîrkirinê de û Torosên spî (cureyeke erebeyan e) tên vegotin.

Mixabin PDK heman êşê bi dayikên Kurd dide kişandin. Nedayîna cenazeyên gerîlayan, zêdekirina êşan e. Dibe ku  berpirsyarên PDK'ê yên hikumdarên serdest ên desthilatdar fêm nekin û xwe li nezaniyê deynin. Lê belê qîrîna bêdeng a dayikan dê tu carî neqede. Çi zû çi jî dereng, dê mecbûr bimînin ku bi vê rastîyê re rû bi rû bimînin. Bendewariya dayikan a li Sêmalkayê, bi pêsîra PDK'ê girtiye. Gelek sal di ser re derbas bibin jî, mîna Dayikên Şemiyê dê her tim li aqûbeta zarokên xwe bipirsin.

Dewleta Tirk li hemberî Dayikên Şemiyê bê çare ye. Qada Galatasarayê ku lê dibûn, li ber Dayikan Şemiyê girtin û difikirin qey dê çalakiyê bi dawî bikin. Bi dorpêça polîsan xwestin wan dengê wan qut bikin. Lê belê her şemî, komkujiyên dewleta Tirk aşkera dikin û li rûyê kujeran dixin. Ya herî baş ew e ku di zûtirîn demê de cenazeyên gerîlayan bidin malbatên wan, bêyî ku bibin sedema berdewamkirina vê kevneşopê bi pêşengiya dayikên xemgîn ên ji Rojava.

Dayikên ku her şemî li qada Galatasarayê ya Stenbolê kom dibin, mîna dayikên ku her pêncşemê li Qada Gulanê (Plaza Del Mayo) ya Buenos Aîresê kom dibûn, heta ku encamê bistînin jî dê dengê xwe li guhê qatil û dîktatoran bixin.  Dayikên li Şîlî û El Salvadorê jî her roja înê dahol û flût lê didan û li meydanan bûn. Niha em dixwazin li Rojava qadek li wan qadan zêde nebe. Divê rêveberiya PDK'ê yekser hêz û bandora vê qîrîna bêdeng fêm dike û bedenên bêcan ên gerîla, li malbatên wan vegerîne. Ma çi ji xwestina zarokên bêhtir bi wate û mafdar e? 

Ji bo ku çalakiya li Sêmalkayê ku bi 2 dayikan dest pê kir, di zûtirîn demê de bi dawî bibe û ji bo ku mexdûriyeta dayikan zêdetir nebe, divê fermandariya PDK'ê tiştekî bike. Divê hesabê komkujiya 28'ê Tebaxê roja şemiyê pêk hat, bê pirsîn. Divê ev pirsgirêk, beriya ku komkujiya 28'ê Tebaxê veneguhere 'Dayikên Şemiyê' yên nû, were çareserkirin. Heta niha PDK'ê cenazeyên gerîlayên PKK'ê, radest nekirine.  Çerxa felekê her tim wiha nagere. Nikarin xwe ji xezeba dayikan biparêzin. Divê were zanîn ku dê destê dayikan her tim bi pêsîra wan ve be.

ANHA