​​​​​​​Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-7

“Yê ku hevkariyê bi Tirkiyê re dike, lawê min be jî, xayîn e”, bi van gotinan malbatên çeteyên Roj mixabiniya xwe li ser beşdarbûna zarokên wan di êrişên li dijî HPG`ê de anîn ziman û dan xuyakirin ku ev xiyanet wan pir diêşîne.

​​​​​​​Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-7
23 mijdar, 2021   00:43
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

`YÊ HEVKARIYÊ BI TIRKIYÊ RE BIKE, LAWÊ MIN BE JÎ, XAYÎN E`

Di vê dosyayê de em ê nêrînên 3 malbatên ku zarokên wan di nav çeteyên Roj de cih digirin bi were parve bikin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker nikarîbû ji êrişên xwe yên ji 23`ê Nîsanê ve li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne tu encaman bigire, çeteyên Roj bi awayekî eşkere beşdarî van êrişan kir. Malbatên van kesên ku di nav gruba çete ya bi navê Roj de cih digirin jî bang li zarokên xwe kirin da ku li hember gerîllayên azadiyê şer nekin û xwe ji vê rewşa xiyanetê rizgar bikin.

Malbatên 3 çeteyan piştrast kirin ku hevkariya bi dijmin re şaştiyek mezin e û bandorê li pêşeroja gelê Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê dike.

Xêredîn Ehmed Hisên, ji şêniyên bajarê Qamişlo ye. Kurê wî Hisên beriya 4 salan tev li refên çeteyên Roj bûye. Li gorî wan, damezirandina çeteyên Roj ne li ser esasê dijberiya Kurdan lê ji bo parastina doza Kurdî bûye. Hisên got, “Destpêkê em bi vê agahiyê kêfxweş bûn.”

Xêredîn Hisên, wiha dewam kir: “Heke lawê min beşdarî karekî li dijî doza Kurdî bibe, ew êdî ne lawê min e.” Hisên beşdarkirina lawê wî di êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla ye red kir û got: “Ez yekcar qebûl nakim ku lawê min beşdarî van êrişan bibe. Eger beşdar bibe ew êdî ne lawê min e. Ji ber ku bi wê yekê nirxên xwe yên welatparêziyê û Kurdeyatiyê winda dike.”

Hisên, destnîşan kir ku yê bi dewleta Tirk a dagirker re kar bike, ew xiyanetê li gelê xwe û malbata xwe dike û wiha pê de çû: “Rojane Erdogan derdikeve û gefan wiha dixwe, `Eger du Kurd li binê çiyayekî bibînin, ezê heqaretê li wan bikim.` Başe, ew çawa hevakariyê bi Tirkiyê re dikin? Yê bi Tirkiyê re bide û bistîne, heta lawê min be jî, xayîn e.”

`XİYANET ME PIR DIÊŞÎNE`

Çeteyên Roj kemînan li pêşiya gerilla datînin û mayînan radikin û rê li pêş artêşa Tirk a dagirker vedikin da ku êrişî gerîla bike. Hisên, li hemberî wê yekê hêrsa xwe nîşan da û got, “Ev xiyanet e, xiyaneta li dijî gelê Kurd e. Ev xiyanet jî me pir diêşîne.”

Çeteyên Roj û hêzên PDK`ê di 28`ê Tebaxê de kemînek li pêşiya koma gerîla ya ji 7 kesan pêk dihat danî. Di encama êrîşê de 5 gerîla şehîd bûn. Ji gerîllayên ku şehîd bûn Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ji Rojava’yê Kurdsitan bûn. Heya niha jî rexmî hemû bangawazî û hewldanan cenazeyên her 5 şehîdan nedane malbatên wan.

Xêredîn Hisên, piştrast kir ku axaftinên wî li ser mijara çeteyên Roj bi rêya dezgehên çapemeniyê erkeke. Hisên, bang li lawê xwe kir ku bi aqil tevbigere û ji nava refên çeteyên Roj derkeve û got, “Bila ji birçiya bimire, bila tev lê wan nebe.”

Nayif Ekrem Yûsif, jî 3 birayên wî di nava çeteyên Roj de hene (Kovan, Çekdar, Mava). Nayif Ekrem Yûsif, daxuyand ku birayên wî bi îradeya xwe tev lê çeteyên Roj bûn û got: “Çi HPG, çi YPG dibe, çi jî Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibe, em qebûl nakin ku birayên min çekê li hemberî hêzên Kurdî rakin. Min birayên xwe jî bi vê yekê agahdar kirin.”

Nayif, behsa xeteriyên hevkariya çeteyên Roj bi dewleta Tirk a dagirker re kir û piştrast kir ku ev tevkarî xeteriyê li ser gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê çêdike û tenê dijmin sûdê jê digire. Nayif, wiha axaftina xwe dewam kir: “Kurapên min gerîlayên HPG`ê ne. Kurên xwişka min jî şervanên YPG`ê ne. Eger birayên min berê xwe bidin herêmên Parastinê yên Medyayê dê berê çekên xwe bidin kurapên min. Eger hatin Rojava jî dê berê çekên xwe bidin kurên xwişka min.”

`HEVKARIYA WAN BI DEWLETA DAGIRKER A TIRK RE ŞAŞTIYEK MEZIN E`

Fehid Mihemed Derwêş, birayê wî Yûsif Mihemed Derwêş di nava çeteyên Roj de serbazeke. Fehid Derwêş dibêje: “Birayê min hiqûq xwendiye. Li Lubnanê kar dikir. Dema bûyerên Sûriyê dest pê kir, vegeriya Qamişlo, piştre jî berê xwe da Başûrê Kurdistanê.”

Derwêş, daxuyand ku birayê wî Yûsif ji ber ku kar li wê derê nedît, tev lê çeteyên Roj bû ye. Ev yek agahiyên têkildarî tengavkirina şêniyên Rojava yên çûne Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK`ê ve da ku tev lê çeteyên Roj bibin, piştrast dike.

Fehid Derwêş, diyar kir ku ew hevkariya çeteyên Roj bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî gerîla de, red dike û wiha lê zêde kir: “Hevkariya wan bi dagirkeriya Tirk re şaştiyeke mezin e. Divê parastina Kurdan bikin, ne bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê bikin.”

Fehid Derwêş, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji berê ve dijminahiya gelê Kurd dike, divê tu hêzeke Kurdî hevkariyê bi dijmin (dewleta Tirk a dagirker) re neke.

(cx)

ANHA