Bi hinceta kuştina kûçikekî hezar lîreyên Tirk û 4 serî pez dan

 Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber kuştina kûçikekî, li welatiyekî ji bajarokê El-Elî Beciliyê dayîna hezar lîreyên Tirk û 4 serî pez ferz kir.

Bi hinceta kuştina kûçikekî hezar lîreyên Tirk û 4 serî pez dan
22 mijdar, 2021   13:32
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan çeteyan bi hinceta kuştina kûçikekî welatiyê bi navê Mehmûd El-Himêdan ê ji bajarokê El-Elî Beciliyê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî revand û hefteyekê girt.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku piştî serbestberdana Mehmûd Himêdan diyar bû ku wî hezar lîreyê Tirk û 4 serî pez dane çeteyan ji bo ku wî berdin.

Bi armanca bidestxistina pereyan û tengavkirina şêniyan ji bo ku koçber bibin, dadgehên qaşo yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker cezayên tund li şêniyên herêmên dagirkirî ferz dikin.

(şx) 

ANHA